Li Amûdê nameyên şehîd Rûken Zelal hatin xwendin

Nameya şehîd Rûken Zelal û nameya NPG`ê li hola Beylesan hate xwendin. Gelê herêmê biryardariya xwe ya şopandina rêya şehîdan, bi berzkirina dirûşma "Şehîd Namir in" nîşan da.

Li Amûdê nameyên şehîd Rûken Zelal hatin xwendin
7 mijdar, 2022   13:39
QAMIŞLO

Li Hola Beylesan a Amûdê, nameya şervana tevgera azadiyê Rûken Zelal ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ve hate xwendin. Şehîd Rûken Zelal di 26'ê Îlonê de li navenda polîsan a Mezîtlî ya Mêrsînê bi hevrêya xwe Sara Tolhildan re çalakiya fedaî li dar xistibû. Name bi amadebûna şêniyên bajarê Qamişlo, Dirbersiyê, Amûdê û gundewarên wê hate xwendin. 

Di çalakiyê de, bi navê Kongra Star Zeyneb Şîtka axivî. Zeyneb di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya fedaî ya şervanên azadiyê şehîd Sara û Rûken û wiha got: "Ji bo me tevgera jinan weke xeta azadiyê ye. Dewleta Tirk bi vê çalakiyê matmayî ma. Ji xwe re xeyal dikir û digot gerîla nemane û tenê 102 gerîla mane û em ê wan jî di nava hefteyekê de tune bikin. Lê belê piştî çalakiya şehîd Sara û Rûken, mejiyê dewleta Tirk tev li hev bû. Şehîd Sara û Rûken bi çalakiya xwe gotin 'ji bîr nekin hîna em gerîlayên azadiyê hene û em li ber xwe didin."

Zeyneb got ku ev çalakî bû rênîşana demê û wiha pê de çû: "Heval Rûken û Sara bi wêrekiyeke mezin derbasî bajarê Mêrsînê bûn û di navenda baregeha leşkerên Tirk de çalakiya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist. Bila her kes baş bizane ku gelê me gelekî qehreman e, keç û xortên me jî berxwedêr in. Ji ber wê ti hêz nikare me tune bike, wê dijmin li ber berxwedana keç û xortên me tune bibin. Divê em hêviyên xwe winda nekin Serok Apo dibêje; 'hêviyên mezin, serkeftinê bi xwe re tîne.' Ji ber vê yekê îro gel hemû li ser piyan e, li dijî wê hişmendiyê têkoşîn û şer dike û li ber xwe dide. Îro, roj bi roj Tevgera Azadiyê mezin dibe."

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Yekitiya me ya mezin li ser keda van şehîdên dozê hatiye avakirin. Li ser vî esasî, em çi qasî bînin ser ziman, em nikarin mafê şehîdan bidin, em deyîndarên wan in. Em ê her tim bejna xwe li hember şehîdên xwe bitewînin, ji ber ku şehîdên me taca serê me ne. Em cardin bejna xwe li ber malbata şehîd Rûken û tevahî şehîdan ditewînim û sersaxiyê dixwazin. Şehîd namirin û bijî rêber Apo."

Nameyên şehîd Rûken Zelal ên ji bo Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan, rapora wê ya ji bo çalakiya fedaî, nameya wê ya ji bo Fermandariya Biryargeha Hêzên Taybet, rapora wê ya lêhûrbûnê, nameya ji rêber Abdullah Ocalan re, nameya ji bo hevrêyên wê yên jin re, nameya ji hevrêyên wê yên hêja re û nameya ji bo gelê welatparêz re, ji aliyê mamoste Hena Xalid ve hatin xwendin. Piştre jî nameya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a ku ji malbata şehîd Rûken Zelal re nivîsîbû, hate xwendin.

Naveroka nameya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha ye: "Malbata me ya hêja, em di serî de tevahî şehîdên malbatê û derdora we bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin, we silav dikin. Ji ber şehadeta hevrêya me ya fedaî, pêşeng û fermandara me ya mezin heval Rûken Zelal ji we û tevahî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Di dîroka gelan de lehengên gelan hene, ev lehengên gelan mohra xwe li serdeman dixin. Dema jiyana gelan dikeve xeteriyê azadî ji dest diçe, şûrê mêtingeran li ser serê wan diheje û wê demê pêwîstî bi egîd û lehengan heye. We ew bi çanda welatparêzî û exlaqek pîroz mezin kiribû. Weke malbat we şîrek helal û kedek pir mezin dabû vê keça leheng. Ew keda we ya pîroz di têkoşîna hevrêya me Rûken de xwe dida nîşandan. Em gelek şanaz in ku me bi hevalek mîna heval Rûken re mil da milê hev û me têkoşîn meşandiye. Hûn jî bi keça xwe ya xweşik û egîd çiqasî serbilind bin, wê kêm bimîne. Mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê belê li ber lehengiya van şehîdan cardin wê kêm bimîne. Ya girîng ew e ku em li ser şopa wan têkoşîn bikin û bimeşin. Em ê weke Parastina Gel şopdarên rêya hevalên xwe yên şehîd bin, heya em azadiya rêber Apo û Kurdistanê misoger bikin. Ji bo tolhilanîna şehîdan, em ê heta henaseya xwe ya dawî têkoşîn bikin û teqez bi ser bikevin. Di dawî de em dibêjin şehîd namirin."

Bavê şehîd Rûken, Feremez Mûsa Hisên jî hestên xwe wiha anî ser ziman: "Ez xwîna keça xwe li tevahî gerîlayên serê çiyayên azad, girtiyên heps û zîndanan, gelê Kurd û rêber Apo pîroz dikim. Ev rêya me ye, em ji vê rêyê venagerin, em sersaxiyê ji malbata şehîd Sara re dixwazin. Ev şehîdên me, ne tenê yên malbatê ne, şehîdên tevahî gelê Kurd e."

Di dawî de nameyên şehîd Rûken radestî malbata wê hatin kirin. Çalakî bi dirûşmên "Şehîd Namir in" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(dg)

ANHA