​​​​​​​Ayşe Efendî: Li dijî êrişan divê hêzên kurdî bibin yek

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî diyar kir ku dijmin şerekî qirêj li dijî Kurdan dimeşîne, lê ew ê nikaribe wan qir bike. Her wiha wê bang li Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê kir ku bibin yek û li hemberî êrişan têkoşînê xurt bikin.

​​​​​​​Ayşe Efendî: Li dijî êrişan divê hêzên kurdî bibin yek
5 mijdar, 2022   01:52
KOBANÊ

Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe ji ANHAʹyê re axivî.

Eyşe Efendî di destpêka axaftina xwe de got:  “Ji Helebce, Enfal, Dêrsim bigire heta roja me ya îro tu sûc neman ku dijmin li dijî Kurdan pêk neaniye, tevî ku 27 serhildanên Kurdan tune kirin jî, lê dîsa wê nikarîbû Kurdan qir bike.”

Dayike şehîd Şervan, Eyşe Efendî da zanîn ku Erdogan di aliyê siyasî, aborî û dîplomasî de îflas bûye ji ber vê yekê rêbazên berê yên qirêj ên înkarkirin û qirkirinê dimeşîne.

Ayşe Efendî wiha zêde kir: “Gelê Kurd êdî ne wek berê ye. Kurdan soza domandina şoreşa xwe û pêkanîna demokrasiyê daye û daxwaza wan mirovî ye. Li cem me rêber Abdullah Ocalan heye û Kurd di qadên navneteweyî de tên qebûlkirin û pêşwazîkirin."

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, Ayşe Efendî destnîşan kir ku dewleta Tirk gihîştiye wê astê ku qanûnên navneteweyî yên ku wê bi xwe li wan îmze kiriye û qanûnên din ên civata navneteweyî derbas bike.

Ayşe Efendî îşaret bi vê yekê kir ku Erdogan ketiye seferberiyê û  li hember hilweşîneke siyasî di hundirê Tirkiyê de rû bi rû ye û got, tê texmînkirin ku ew bi rêjeya ji sedî 99 di hilbijartinan de têk biçe, ji ber wê jî ew şerê li dijî Kurdan girantir dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di vê dawiyê de nasnameyên 17 gerîlayên ku di encama êrişên kîmyewî de  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne eşkere kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê  destnîşan kir ku Erdogan li Tirkiyê ne tenê Kurdan, lê gel bi tevahî dikuje û gelê xwe dixe şerên bêencam.

Ayşe diyar kir ku helwesteke nerênî ji aliyê gel ve li dijî Erdogan heye, lê belê tirs nahêle ev helwest werin xuyakirin.

Girêdayî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya bi dagirkeriya Tirk re di qirkirina Kurdan de, Ayşe Efendî got: “Ez texmîn dikim ku dawiya ENKS’ê û PDK’ê bi dawiya Erdogan ve girêdayî ye, herdu jî xiyanetê dikin û xizmetê ji Erdogan re dikin, lê belê dawiya wan nêzîk e.”

Hevserok Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê çar paçeyên Kurdistanê kir  ku "Yekitiya xaka ava bikin, têkoşîna xwe bidomînin û xwe nespêrin tu aliyan an jî tu dewletan, ji ber ku berxwedan rêya yekane ya serkeftinê ye.”

 (mh)

ANHA