Serokwezîrê berê yê Pakistanê hate hedefgirtin

Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Han li bajarê Lahorê di mîtîngekê de, bi êrişekê birîndar bû.

Serokwezîrê berê yê Pakistanê hate hedefgirtin
3 mijdar, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çapemeniya Pakistanê, Îmran Han bi daxwaza hilbijartina pêşwext li Lahorê tevlî çalakiyeke protestoyê bû. Di çalakiyê de bi sûîqastê birîndar bû û hate diyarkirin rewşa wî baş e.

Di heman êrişê de tevî Han 4 kesên din jî birîndar bûne.