Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundekî nêzî sînorên Tirkiyê bi cih bûn

Çavkaniyekî ji gundewarên Girê Spî ragihand ku piştî çeteyên dagirkeriya Tirk ji eniya rojavayê kantonê vekişîne, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li wir bi cih bûne.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li gundekî nêzî sînorên Tirkiyê bi cih bûn
3 mijdar, 2022   11:52
 EYN ÎSA

Çavkaniyekî ji gundewarên kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) vê dawiyê ketine kantona Girê Spî ya dagirkirî û li gundê Yabisê (2 km li rojavayê kantonê û li ser sînorê Tirkiyê) bi cih bûne.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên ‘Feyleq El Mecid’ ên li wê herêmê, ber bi gundê Xirbet El Feres ve (20 km li başûrê kantonê) vekişîne.

Ajansa me ketina bi dehan çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ya kantonê di 30`ê Cotmehê de belge kiribû. Çeteyên ku li kantona dagirkirî bi cih bûne, di deriyê Yabisê re yê di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, derbas bûbûn.

Hemwextî wê yekê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li eniyên şer ên bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re li rojavayê bajarê Minbicê jî bi cih bûbûn.

(cx)

ANHA