Ciwanên şoreşger li Kobanê meşek li dar xist

Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye" meşek li dar xist.

Ciwanên şoreşger li Kobanê meşek li dar xist
30 cotmeh, 2022   15:01
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdariya bi dehan şêniyên Kobanê li taxa Botan Xerbî ya Kobanê meşek li dar xist.

Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiya rêber Apo ye" û "Werin cenga azadiyê" hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Saetê vegerî mîtîngê. Li wir berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û wiha got: "Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê em ê li ser pêyan bin. Dewleta Tirk a ku li her herêman bi balafir û topavêjên xwe êrişî Kurdan dike û çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî wan bi kar tîne di pêknîna armancên xwe û têkbirina vîna gelê Kurd de bi ser nakeve. Ji lew re tecrîda li dijî rêber Ocalan giran dike û rêber ji gel qut dike. Em ji vir teqez dikin ku fikirê rêbertî rojane zêde belav dibe û hûn di planên xwe yên qirêj de bi ser nakevin."

(fr)