Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Ereb re hat xwestin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîdê YPGʹê Mihemed Ereb.

Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Ereb re hat xwestin
30 cotmeh, 2022   12:19
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şervanê YPGʹê Mihemed Ebdulmecîd Ereb (Ebû Ereb) yê 28ʹê Cotmehê ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Konê sersaxî li Qada Şehîdan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hat vedan. Wêneyên şehîdan, yên rêber Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan bi kon hatin daliqandin.

Di bin kon de deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziya Salih axivî, êrişên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirib û got: "Dewleta Tirk a faşîst bi balafirên xwe yên şer û bi çekên kîmyewî yên qedexekirî ku li Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar tîne, nikare îradeya gel û gerîla bişkîne. Berxwedana gerîla û gel ji van êrişan xurttir e. Gerîla ya ku ev 40 sal e ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe wê bi serkeve."

Remziya Salih li ser şehîd Ebû Ereb jî ev tişt got: "Ji bo parastina xak û gelê xwe tev li YPGʹê bû, li ber xwe da û têkoşiya heta gihişt asta şehadetê. Em soz didin tevahî şehîdan ku em ê şopderên xeta we bin û destkeftiyên ku bi xwîna we hatine bidestxistin, biparêzin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa bi bîr xist ku dewlet aTirk a dagirker bi beşdarbûna PDKʹê êrişî gerîla dike da ku xaka Kurdistanê dagir bike û hebûna gerîla û gelê  Kurd tune bike.

Roşîn Mûsa diyar kir ku ew amade ne li kêleka gerîla li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin û got: "Gerîla Kurdistan û doza kurdî diparêze."

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ û gerîla û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA