′Cezayên dîsplînê xeteriyeke ruhî li dijî rêber Ocalan e′

Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku "cezayên dîsplînê"zirara ruhî ya li dijî rêber Ocalan û îşkence ye û ew yek bi sedemên siyasî, çandî û neteweperestî pêk tên û sûceke qirkirina komî li dijî gelê Ocalan û nijadperestiya li dijî peymana 1948′an a navneteweyî ye û divê li gorî sîstema Roma ya bingehîn a dadgeha sûcên navneteweyî ya 1998′an cezayên adilane bên birîn.

′Cezayên dîsplînê xeteriyeke ruhî li dijî rêber Ocalan e′
29 cotmeh, 2022   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojilatê Sûriyê der barê dirêjkirina dema cezayan li dijî rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Careke din dewleta Tirk a dagirker ji civata navneteweyî re eşkere dike ku ew li dijî qanûnên giştî ye û tu girêdana wê bi rêgezên ji hêla civatê ve bi armanca aştî, ewlehî û hevkariya navneteweyî ve tune ne û ew ji kesên wê muhasebe bike re mezintri e.

Dewleta Tirk bi ragihandinekê biryara gelek cezayên dîsplînê li dijî rêber Ocalan de dan, ji qedexekirina serdana parêzeran û heta bi ferdên malbata wî, ew yek ji 21.10.2022′yan heta 6 mehan pêk tê. Ew yek îşaretê pê dike ku dewleta Tirk eşkerekirina çarenûsa rêber Ocalan red dike. Ew bi armanca mehrûmkirina wî ji parastina qanûna navneteweyî pêk tê.

Zirara ruhî ya xeternak li dijî rêber Ocalan bi şêweyê cezayên dîsplînê ne tenê li dijî kesayeta rêber Ocalan e, lê belê li dijî gelê wî ye jî. Armanc ji wê yekê wêrankirina vî gelî, pêkanîna sûc û komkujiyan e, çi bi komployên li dijî wî yan jî tehrîdkirina yekser li dijî pêkanîna komkujiyan an jî beşdarbûna wê di pêkanîna kiryaran de.

Zirara ruhî ya xeternak li dijî rêber Ocalan û îşkencekirina wî ya bi sedmên siyasî, çandî û neteweyî sûca qirkirina gelê Ocalan û nijdaiya li dijî peymana navneteweyî ya 1948′an e û li gorî sîstema Roma ya bingehîn a dadgeha sûcên navneteweyî ya 1998′an cezayên adilane werin birîn.

Ji ber wê û li gorî madeya 8′an ji sîstema Roma ya bingehîn a dadgeha sûcên navneteweyî em bang li saziyên NY′yê yên taybet dikin ku mîsaqa NY′yê bi lez pêk bînin da ku pêşî li van kiryarên qirkirina komî ya li dijî gelê Kurd di şexsê rêber Ocalan de bên girtin. Her wiha civata navneteweyî li hember redkirina dewleta Tirk a dagirker ji eşkerekirina çarenûsa rêber Ocalan, qedexeya hevdîtina parêzer û malbata wî pê re berpirsiyar e."