Helwestên DYA û Îranê li hember hikumeta nû ya Iraqê rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa lihevkirina Amerîka-Îranê li ser hikumeta nû ya Iraqê û rewşa Sûdanê kirin.

Helwestên DYA û Îranê li hember hikumeta nû ya Iraqê rojeva rojnameyên erebî bû
29 cotmeh, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

WASHTINGOTIN Û TEHRAN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HIKUMETA SÛDANÎ

Rojnameya El Ereb behsa rewşa Iraqê kir û wiha nivîsî: “Îran û DYA`yê serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser bawerîdayîna hikumeta wî, pîroz kir. Ev yek rihetiya her du aliyan têkildarî bidawîbûna xitimîna siyasî li Iraqê ya ji beriya zêdetirî saekê ve, nîşan dide.”

Iraq qadeke ku berjewendiyên Îran û DYA`yê lê digihêjin hev.

Çavdêr dibêjin ku DYA û Îran parastina istiqrarê li Iraqê ji berjewendiya xwe dibînin, nexasim di şert û mercên heyî de. Washington bi israr e ku anîna petrolê ji Iraqê berdewam bike, bi taybet li gel aloziya enerjiyê ya li cîhanê ya ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê.

Çavdêr dibêjin ku Washington hewl dide ku aloziya enerjiyê kûrtir nebe, her wiha dibîne ku çi rewşeke tevlîhev li Iraqê dê ji wê re aloziyek din çêke. Tê zanîn ku Iraq duyemîn mezintirîn welatê di OPEC+ de ye ku petrola xam hildiberîne. Sedema hewldanên wê ya pêşwazîkirina hikumeta Sûdanî jî ev e.

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî serokwezîrê Iraqê pîroz kir. Çavdêr destnîşan dikin ku Tehranê di jihevxistina astengiyên PDK`ê de roleke sereke lîst, ji lew re hişt ku YNK tawîzan bide da ku çareserkirina aloziya siyasî li Iraqê hêsan bike.

Çavdêran diyar kir ku armanca Îranê bidawîkirina aloziya Iraqê di zûtirîn dem de bû, bi taybet hemwextî zextên li hundir, yên ji ber xwepêşandanên ji beriya zêdetirî mehekê ve ku ruxmî hemleyên tepisandinê yên hêzên ewlekariyê jî bi dawî nabin.

Çavdêran amaje bi wê yekê jî kir ku Îran avakirina hikumeteke nû ya alîgir li Iraqê, wek destkeftiyeke mezin dibîne, ku dê bihêle ew zêdetir bala xwe bide rewşa hundirê welatê xwe û li hember tevgera gel bisekine, ku her diçe belav dibe.”

SÛDAN: BANGAWAZIYÊN LIHEVKIRINÊ Û VEGERA LI RÊGEHA VEGUHERTINÊ

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Sûdanê ev tişt nivîsîn: “Li Sûdanê bangawaziyên ji bo lihevkirinê û çareserkirina aloziya siyasî ya heyî û vegera li rêgeha veguhertin zêde bûn. Gelek fermandarî û hêzên Sûdanê banga lihevkirina nîştimanî ya berfireh û çareseriyeke lezgîn kirin. Bangawaziyên civaka navneteweyî yên ji bo avakirina hikumeteke sivîl jî berdewam kirin.

Cîgirê seorkê Partiya El Umme El Qewmî û fermandarê hêzên Azadî û guhertinê Sedîq Sadiq El Mihdî ji rojnameyê re wiha got: “Tenê di bin hikumekî sivîl û demokratîk de dê li Sûdanê istiqrar û pêşketin çêbibe, ku edalet, aştî û azadiyê pêk bîne, saziyên ewlehiyê, sivîl û aborî yên dewletê sererast bike, birînan derman bike, tevna civakî rast bike, daxwazên rewa yên jiyana birûmet a gel pêk bîne. Her wiha destnîşan kir ku rawestandina rêgeha veguhertinê, hewldanên reforma aborî, ewlehî, siyasî û civakî asteng kir û bandor li rewşên ewlehiyê, aborî û siyasî li welat kir, her wiha fitneyên di nava qebîleyan de û şerê li seranserê welat zêde kir.”