Artêşa Tirk li Efrînê 2 baregehan ava dike

Artêşa Tirk a dagirker li gel deriyê Dêr Belût ê li Cindirêsê û deriyê Xezawiyê yê li navçeya Şêrwayê yên kantona Efrînê ya dagirkirî dest bi avakirina 2 baregehên leşkerî kir.

Artêşa Tirk li Efrînê 2 baregehan ava dike
Artêşa Tirk li Efrînê 2 baregehan ava dike
Artêşa Tirk li Efrînê 2 baregehan ava dike
28 cotmeh, 2022   12:02
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji hundirê Efrîna dagirkirî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker tabloyên çemento veguhastina deriyên Xezawiyê û Dêr Belût ên li kantona Efrînê ya dagirkirî, da ku 2 baregehên leşkerî ava bike.

Deriyê Dêr Belût di navbera Idlib û Efrînê de ye, deriyê Xezawiyê li rojavayê Helebê li herêmên Efrîna dagirkirî ye.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê di vê dawiyê deriyên Dêr Belût û Xezawiyê, her wiha tevahî kantona Efrînê kontrol kirin û ber bi herêmên Ezaz, Bab û Cerablusê ve pêş de çûn.

Çavkaniyan da zanîn ku qaşo "Saziya ewlehiya giştî" ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê û hêzên taybet ên artêşa Tirk a dagirker her deriyan û bendên li têket û derketina Efrînê û navçeyên wê kontrol dikin.

(fr)

ANHA