​​​​​​​Dayikên gerîla: Dê dawiya Erdogan û PDK`ê li ser destê me be

Di bin dirûşmeya "Em wek dayikên gerîla rê nadin îxanetkaran, em ê ji bo zarokên xwe bibin mertal” dayikên gerîla yên herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla, xwepêşandan kirin.

​​​​​​​Dayikên gerîla: Dê dawiya Erdogan û PDK`ê li ser destê me be
25 cotmeh, 2022   13:17
KOBANÊ

Bi dehan dayikan ji Çerxerêya Azadî ya li bajarê Kobanê dest bi xwepêşandanêkir û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan. Dayikan bênavber dirûşmeyên "Bimire îxanet, gerîla rûmeta me ye" berz kirin.

Dayikên gerîla cilên spî yên li ser wan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hene, li xwe kirin. Her wiha pankertên bi nivîsên “Em vê karê terorê yê mîrê DAIŞ`ê Erdogan şermezar dikin" û "Hevkarên êrişên kîmyewî dê hesab bidin” rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd dayikan li dora peykerê şehîd Egîd xelek ava kirin, bi wê yekê tekezî bi piştevaniya gerîla kir. Her wiha endama rêveberiya Akademiya Şehîd Şîlan a li herêma Firatê bi nave dayikan daxuyaniyek xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Eger mirineke Erdogan û hekarê wî (PDK) hebe, dê bi destê me û zarokên me yên gerîla be.”

Di daxuyaniyê de bang li her kesê xwedî wijdan hat kirin ku li dijî kirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bisekinin, bi taybetî li hember şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk bi êrişên kîmyewî li dijî gerîla ragihandiye, bisekinin.

Her wiha hat destnîşankirin ku bi şerê ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne, armanc dike ku gelan û her kes li dijî planên wê disekine, tune bike.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em dayikên wan keç û xortan in, yên ji bo parastina hemû gelên bindest hatine dinê. Zarokên me li çiyayên Kurdistanê wê bi bersivdayîna êrîşên dewleta dagirker û têkbirina wê pêk tînin. Ji ber vê yekê baweriya me ew e ku dê zarokên me bi serkevin û dagirker têk biçe.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên “serkeftina ya gerîla ye” bi dawî bû.

ANHA