​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî

Şêniyên navçeyên Qamişloyê bi xwepêşandanên girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên kîmyewî şermezar kirin û got "Gelê Kurdistanê bi gerîlay re ye."

​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
​​​​​​​Li Qamişloyê xwepêşandanên girseyî li dijî bikranîna çekên kîmyewî
25 cotmeh, 2022   11:38
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG’ê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û piştgiriya berxwedana gerîlayan li dijî van êrişan, şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Birakê yên Qamişloyê xwepêşanên girseyî li dar xistin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şênî li Qada Şehîd Xebat Dêrik a Girkê Legê ya Qamişloyê kom bûn û xwepêşandaneke girseyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, li dar xist.

Xwepêşandan li kolana serek geriya û li naverasta bajêr vegerî mîtîngê. Li wir hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Xaliye Îbrahîm şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi boneya salvegera 30’emîn a şehadeta wê, bi bîr anî û got: "Şehîd Bêrîtan nûnertiya vîna jina azad a têkoşer dike ku bi hezaran jinên li Kurdistanê îro li ser şopa wê dimeşin ku edaletê ji hemû jinan re pêk bînin."

Xaliye Îbrahîm wiha domand: "Dagirkeriya Tirk di şerê li dijî gerîlayan de têk çû, ji ber wê jî çekên qedexekirî li dijî gerîlayan bi kar tîne. Lê gelê Kurdistanê bi HPG’ê re ye. Ji lew re dagirkeriya Tirk ne pêkan e bi ser bikeve."

Xwepêşandan bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi sedan şêniyên Çilaxa ya Qamişloyê li Qada Şehîd Mahsûm kom bûn.

Xwepêşandêran wêneyên 17 şehîdên ku NPG’ê şehadeta wan di 18’ê Cotmehê de eşkere kiribûn, her wiha wêneyên şehîd Bêrîtan, al û sembolên kurdî hildan.

Xwepêşandêr li kolanên navçeyê gerîn û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çûn û li Qada Şehîd Mahsûm meş vegerî mîtîngê.

Li wir endama Kongra Star Hîbe El Xelef şehîd Bêrîtan ku li dijî xeta îxanetê û tesmîlkariyê tê koşiya û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Hîbe El Xelef êrişên kîmyewî û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember vê yekê şermezar kirin.

Her wiha endama rêveber a meclisa navçeya Çilaxa Necode Faris desteka navçeyê ji gerîlayan re anî ziman û wiha got: "Em û gerîla li dijî îxanetê li gel hev in. Dê êrişên li dijî gel û gerîlayan werin têkbirin.”

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan û gerîlayan bi dawî bû.

TIL BIRAK

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê kom bûn û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Firinê bi beşdariya pêkhateyan dest pê kir û wêneyên 17 gerîlayên bi êrişên kîmyewî şehîd bûne û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîd Bêrîtan hatin bilindkirin.

Xwepêşandêr li rêyên sereke yên navçeyê geriyan û dikan bi temamî hatibûn girtin.

Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveberiya Kongra Star Nada El Ehmed axivî û tê de êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got: “Şehîd Bêrîtan sembola jina berxwedêr e ku serî li ber xayînan netewand û berxwedan û azadî wek rê hilbijart.”

Neda soza şopandina rêya berxwedan û azadiyê heta gihîştina civakeke demokratîk da.

Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA