Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê kehrebe da 22 gundan

Navenda Kehrebeyê ya Til Temir kehrebe vegerand 22 gundan û plan dike ku vegerîne 7 gundên din jî. Ew gund ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê kehrebe mabûn.

Navenda Kehrebeyê ya Til Temirê kehrebe da 22 gundan
25 cotmeh, 2022   10:00
HESEKÊ

Ji bo peydakirina xizmetguzariyan ji gundên nêzî eniyên şer ên bi dagirkeriya Tirk re yên li gundewarên Til Temir û Zirganê yên Hesekê, her wiha tevî êrişên rojane ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser herêmê tên kirin, Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê kar dike ku careke din kehrebeyê vegerîne gundên nêzî eniyên şer.

Ji bo danîna xeta kehrebeyê ya ku beriya 2 salan di topbaranê de hatibû xirakirin, kar tê kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehed Simeîle got: "Di encama topbarana domdar a dagirkeriya Tirk de, xetên kehrebeyê li çend gundên navçeya Til Temirê ji xizmetê derketine. Ji bo wê jî me dest bi projeyeke nû ya dayîna kehrebeyê kir.”

Li gorî navenda kehrebeyê ya navçeyê, ji destpêka par û heya Tîrmeha heman salê, xeta kevn zêdetirî 35 caran ji ber topbarana rasterast a dagirkiyê û çeteyên wê, hatiye sererastkirin.

Navenda Kehrebeyê kar dabeşî 3 qonaxan kir. Qonaxa yekem destpêka meha Îlona par bû û xetek nû ya kehrebeyê bi dirêjahiya 2 km danî, her wiha kehrebe da 10 gundên gundewarê li bakurê Til Temirê.

Di qonaxa duyem de jî xetên nû yên kehrebeyê li şûna xetên kevn bi dirêjahiya 6 km hate danîn û kehrebe gihand 12 gundên li gundewarên bakurê Til Temirê.

Li gorî Simeîle qonaxa sêyem jî di demeke nêz de dê dest pê bike. Wê di vê qonaxê de jî kehrebe ji bo 7 gundan bê dayîn.

Topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bû sedem ku stasyona veguhestina kehrebeyê ya Til Temirê zêdetirî 29 caran ji xizmetê derkeve. Ji bo vê jî kehrebe li navçe û gundewarê wê qut dibû.

 (hs)

ANHA