​​​​​​​Rojnameyên erebî cih dan aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketin, bal kişand ser girtina hin şîrketên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, aloziya Sûdanê û rewşa Lubnanê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî cih dan aloziya aborî ya li herêmên hikumeta Şamê
24 cotmeh, 2022   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞÎKETÊN ABORÎ YÊN LI HERÊMÊN DI BIN SERWERIYA REJÎMA SÛRIYÊ DE HATIN GIRTIN

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Rojnameya El Weten a xweceh a nêzî rejîma li Şamê eşkere kir ku di 3 mehên dawî de gelek şîrketên aborî hatin girtin. Ji destpêka îsal ve ji 69 şîrketan 50 şîrket di 3 mehên dawî de hatin girtin, anku ji sedî 75 şîrket hatin girtin. Rêveberê Şîrketan ê di Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran de Zên Safî  ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku ev rêje mezin e û îşaret bi vê yekê dike ku li beramberî girtinê di hemanê demê de zêdetirî sed şîrket hatin vekir. Rojnameyê eşkere kir ku xwediyên şîrketên hatine girtine tu daxuyanî li ser sedemên girtinê nedane ragihandinê.

Rexneyên tund li hikumeta Şamê têne kirin, ji ber ku eleqeyê dide aboriya xizmetguzarî û îstîsmara turîzmî, nemaze li welatekî ku tûrîzim di çarçoveya serdanên welatiyên ku derketine derve û turîzma olî ji bo perestgehên Şîeyan de sînordar e. Ev turîzm ku li ser hesabê aboriya berhemdar a ku aboriya Sûriyê ji aboriya hilberîner ber bi aboriya xizmetê ve veguherandiye, tê kirin.

Pisporê aborî Dr. Hesen Xezûrî, biryarên hikumetê yên teşwîqkirina çandinî û pîşesazî bi "gelekî şermok in li gorî sektora geştyarî" wesif kir û da zanîn ku piraniya karsazên ku ji bazara Sûriyê derdikevin ji sektorên xizmetguzariyê, wek turîzm an bazirganî "ji sektora aborî ya rasteqîn in, wek pîşesazî û çandiniyê, ji yên mayî bêtir e. Dr. Hesen Hezûrî sedemên vê yekê spart tedbîr û biryarên hikumetê yên bilez û yên ku bi awayekî durist ji bo çareserkirina rewşa aborî  ne lêkolînkirî ne ku di encamê de rewşa aborî û jiyanê aloz bû. Ev yek jî bû sedem ku beşek ne kêm a karsazan ji bazara Sûriyê derketin û bi awayekî demkî an daîmî şîrketên xwe girtin, an jî firotin an jî tunekirin an jî bi hêzeke kêm a hilbirandinê dixebitînin.

Xwediyê kargeha Indomie (xwarina herî erzan li Sûriyê), Îlona borî ragihandibû ku wê kargeh rawestîne, lê ji ber zextên serokatiya Sûriyê biryar paşve kişand da ku kargeh bi hilbirandineke kêm karê xwe dewam bike. Li gorî raporên medyaya xwecehî, hefteya borî ji sedî kargehên mast û penêr hatin girtin. Ev yek hemwextî ku bihayê dolarekî gihaşt nêzî 5 hezar lîreyên Sûriyê pêk hat û di encamê de tevlihevî di sûk û bilindbûna biha û lêçûna berheman de çêbû.

Li herêmên rejîmê qadên hilbirandinê di nava gelek aloziyan de ye. Biryarên hikumetê jî van aloziyan zêdetir dike, ji wan di tevgera kişandina pereyan ji bankan û veguhestina pereyan di navbera parêzgehan de zehmetî hene. Her wiha miqdarekî bi qasî milyon lîreyên Sûriyê ji bo kesekî tê diyarkirin ku were veguhestin. Heger 4 milyon lîreyên sûrî (kêmî hezar dolarî) ji Şamê biçe Helebê dibe ku çar rojan bimîne.

Her wiha qedexe ye ku kesekî zêdetirî 5 milyonan di erebeya xwe ya taybet de veguhezîne û qanûna krîmînalîzekirina dan û standina ji bilî lîreyî heye.

Ji wê zêdetir bace û gumrik tên ferzkirin, li bendên kontrolê jî bace têne ferzkirin û bihayê veguhestinê bilind e. Li gorî raporên navneteweyî, bihayê lêçûna berhem heye, di encamê de bihayê her madeyekê beriya ku derbasî sûka bajar ji rêjeya xizantiyê ya ji sedî 90 ji hejmara niştecihan e, derbas dike.

Cezayên aborî yên rojava û Qanûna Qeyser hawirdora tengav a hilbirîn û îstîsmarê li Sûriyê zêdetir kir. Di encamê de û du salên dawî de pêleke mezin a koçberiya pîşesaz û karsas û karkeran çêbû ku berê mîna wê li Sûriyê çênebûye. Li beramberî vê yekê tu planên hikumetê tune ye ku xetereya li ser berhemên mirovî ya ku windahiya wê ji windahiya berhemên xwezayî zêdetir e, rawestîne. Kêmbûna karkeran bû sedema rawestandina hilbirandinê li gelek şîrketên pîşesazî û çandinî."

‘PIŞTÎ SALEKÊ JI DERBEYÊ ALOZIYA LI SÛDANÊ KÛRTIR DIBE’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Sûdanê wiha nivîsî: “Xwepêşandana bi hezaran welatiyên Sûdanê roja yekşemê ya li dijî zêdebûna tundiya qebîleyan li wîlayeta Nîl Ezreq ku nêzî 200 kes bûn qurbanî, tundiya aloziyên li Sûdanê piştî salekê ji derbeya fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan nîşan dide.

Pispor dibêjin ku şerên qebîleyan ji ber valahiya ewlehiyê li Sûdanê zêdetir dibin, derbeya 25`ê Cotmeha sala borî jî rewş xirabtir kir.

Ji par ve, hema bêje her hefte welatiyên Sûdanê dadikevin kolanan û li dijî darbeyê xwepêşanêdanê dikin. Ruxmî ku hêzên ewlekariyê ji bo tepisandina xwepêşandanan hêzê bi kar tînin, ku di encamê de nêzî 120 kes hatine kuştin.”

‘LI LUBNANÊ VALAHIYA SEROKATIYÊ’

Rojnameya El Beyan der barê rewşa Lubnanê de wiha nivîsî: "Piştî 8 rojan ji bidawîhatina erka serokkomar Mîşêl Ewn, Lubnan ber bi xitimîna siyasî ve diçe, hem di aliyê serokatiyê hem jî di aliyê hikumetê de. Ji ber ku rûniştinên Parlamentoyê yên ji bo hilbijartina serokê 14'an ê komarê, veguherî rûniştinên şeklî. Rewşa hikumetê jî ne baştir e. Di hesabên çavkaniyên siyasî yên cihêreng de tê wê wateyê ku welat di nav demeke teng û zehmetiya vebijêrkan de, ber bi tevliheviya destûrî ve diçe.

Bi lezbûna kêliya bidawîhatina serdema Ewn di 31'ê Cotmehê de û di nav têkçûna hewldanên dubare yên ji bo lihevkirina li ser dosya hikumetê ku ev nêzî 5 meh in hatiye rawestandin, balkêş bû ku di saetên dawî de tirsek zêde hebû ku Lubnan ber bi rewşa rûbirûbûna du valahiyan ve biçe. Anku valahiya serokatiyê û di heman demê de binkeftina lihevhatinê ji bo sererastkirina hikumeta demkî ya heyî ku tê pêşbînîkirin heya ku serokek nû were hilbijartin, bi wekalet desthilata serokkomar bigire ser xwe. Ev yek jî dibe ku nîqaşek destûrî der barê heqbûna wê ya hilgirtina vî barî derxe pêş.

Platforma siyasî di herdû warên serokatî û hikumetê de, hefteya borî ji ber têkçûna rûniştina 3'yemîn a hilbijartina serokê nû yê komarê hate girtin. Di dîmenek dubare de, piştrast dibe ku hîn jî şert û merc ji bo hilbijartina serokekî pêk nehatine û namzedê herî muhtemel ku piştî 31'ê vê mehê Qesra Baebda dagir bike ev e: Cenabê wî yê vala. Ji ber vê yekê rûniştina 4'an a ku biryar e îro be, dê ji yên beriya xwe ne baştir be. Bi taybet hêzên astengkirinê li pêşiya hêzên hilbijartinê ne. Der barê hikumetê de jî rewş ne baştir e, ji ber berdewamiya şerên axaftinê yên di navbera aliyên avakirina hikumeta nû de û binkeftina hewlên kêmkirina wê.”