Çalakiya konvedanê; Li dijî kîmyesalê werin seferberiya tolhidanê

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê di bin dirûşmeya “Li dijî kîmyesalê werin seferberiya tolhildanê” li dijî êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakiya konvedanê; Li dijî kîmyesalê werin seferberiya tolhidanê
23 cotmeh, 2022   13:02
KOBANÊ

Konê çalakiyan li gundê Pêndir ê rojavayê bajarê Kobanî hat vedan. Şêniyên kantona Kobanê beşdrarê bûn û tekezî bi piştevaniya gel ji hêzên gerîla re kirin, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên bi çekên kîmyayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di çalakiya konê "Şermezarkirin û Berxwedanê" de berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê daxuyaniyeke xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber tirsa ji berxwedana gerîlayan a li hemberî çekên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û têkçûnên dubare yên dewleta Tirk, dagirkeriya Tirk neçar ma ku parêzvanên pîrozahiya çiyayan bi çekên kîmyewî bombebaran bike.”

Her wiha soza tolhildana gerîlayên şehîd hate dayîn û hate gotin: “Baweriya me bi vîna gerîla heye. Em ê dagirkeriyê ji her bihosta axa ku dagir kiriye derxînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bisekinînin û bang li gelê Kurd hat kirin ku derkevin qadan û serî hildin.

Piştre li ser jiyana gerîla li çiyayan sînevîzyonek hat pêşandan.

Çalakiyên konê "Şermezarkirin û Berxwedanê" dê heta saetên êvarê dewam bike.

ANHA