‛Divê kujer û sûcdarên şer werin darizandin’

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî li hember êrişên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên gerîla li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şermezar kir û gelê herêmê ji êrişên dewleta Tirk hişyar kir û got: "Îro me bi çekên kîmyewî bombebaran dikin, dê sibe dora we be."

‛Divê kujer û sûcdarên şer werin darizandin’
23 cotmeh, 2022   10:02
DÊRAZOR

Şênî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rene Xetat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Planên dagirkerên Tirk û hewldanên wan ji bo têkbirina vîna gelê me têk çûn, ji ber wê çekên kîmyawî û yên qedexekirî bi kar anîn. Gelo tiştek nema ji bilî van çekan heta ku hûn xelkê ji vê axê hez kirine bikujin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dewleta Tirk a dagirker armancên xwe yên kirêt pêk neanîn û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla, îsbat dike ku xedar in.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gel bi xaka xwe ve girêdayî ye. Her çiqas kîna xwe li hember gelê herêmê nîşan bidin, berovajî wê israra gel li ser serkeftinê zêde dibe û dev ji projeya xwe bernade.

Di dawiyê de bang li hemû berpirsên NY’yê û mafên mirovan hat kirin ku van hesab ji kujeran bipirsin, ji ber sûcdarên şer in. Bang li darizandina wan hat kirin ji ber sûcên ku pêk tînin. Her wiha êrişa bi çekên kîmyawî ku di encamê de 17 gerîla şehîd bûn, hat şermezarkirin û soza berdwamkirina rêya şehîdan hat dayîn.

(fr)

ANHA