Asayîşa Başûrê Kurdistanê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê destgîr kirin

Asayîşa Silêmaniyê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber zextên dewleta Tirk koçî Silêmaniyê bûbûn û endamên HDP’ê bûn, bi operasyonek siyasî destgîr kirin.

Asayîşa Başûrê Kurdistanê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê destgîr kirin
20 cotmeh, 2022   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Roj Newsê, Asayîşa Silêmaniyê li dijî penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê hatine û li bajêr bi cih bûne, dest bi operasyoneke siyasî ya destgîrkirinê kiriye. Hat zanîn heta niha 8 kes hatine destgîrkirin. Hat gotin ew kes, li Bakurê Kurdistanê endamên HDP’ê bûn û ji ber zextên dewleta Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bûne.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne; Meşruk Çiftçi, Ersoy Yilmaz, Hesen Kaçar, Mehmed Soyler, Serwet Akdeniz, Şefîq Yildirim in. Her wiha hat zanîn ku penaberek siyasî yê ji Bakur ê bi navê Murad û kesek din ku navê wî nehat zanîn jî hatine destgîrkirin.

Têkildarî sedemê destgîrkirina penaberên siyasî heta niha ti zanyariyeke zelal bidest neketiye.