Rayedarekî fransî: Geşedanên li Efrîn hişyarî ye ku em hêza xwe li dijî terorê bikin yek

Stephane Romate tekez kir ku ew ê têkoşîna li dijî terorê û tunekirina wê li her cihî dewam bikin û got: “Serweriya Heyet Tehrîr El Şam li ser kantona Efrînê ya dagirkirî ji bo me tevan hişyarî ye ku di têkoşîna li dijî terorê de hêza xwe bikin yek.”

Rayedarekî fransî: Geşedanên li Efrîn hişyarî ye ku em hêza xwe li dijî terorê bikin yek
20 cotmeh, 2022   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî ku 40 zarok û 15 jinên ji malbatên DAIŞ`ê ji aliyê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê hatin kirin, rayedarê fransî Stephane Romate ku serokatiya şandeyê kiriye di civîna çapemeniyê de axivî.

TRAJEDIYA DI TEBAXÊ DE PÊK HATÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Stephane Romate, êrişa Tirkiyê ya li dijî dibistana zarokêk keçîn ya li gundê Şemoka yê rojavayê Hesekê ku di 18`ê Tebaxa borî de pêk hatî û di encamê de 5 zarok şehîd bûne bi trajîk bi nav kir û got: “Hîna trajediya Tebaxê di bîra me de ye, dema ku di dibistana hatî hedefgirtin de 8 zarokên keçîn jiyana xwe ji dest da. Ev nayê qebûlkirin. Tiştê em hewl didin bikin û yê serok Macron dixwaze ew e ku nehêle Erdogan tu êrişên ku bidin sedema têkbirina aramiya li herêmê bike, ku dê astengî û karesatan zêde bike.”

EM HEWL DIDIN NEHÊLIN K UTU ALIYÊN DERVE ÊRIŞÎ HERÊMÊ BIKIN

Romate wiha dewam kir: “Em ê nîqaşa bi hemû aliyan re li ser astengiyên ewlehiyê bidomînin. Rewş pir bi girêk e, tu destwerdanên din li herêmê tehmûl nake. Ji lew re em hewl didin rê li çi êrişeke aliyekî derve li dijî herêmê bigirin.”

EM GIRÎNGIYEK HEVPAR DIDIN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ Û RÊGIRTINA LI VEJANDINA DAIŞ`Ê

Li ser pirsa gelo niyeta Fransayê heye di dema pêş di aliyê siyasî de piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser, Romate wiha got: “Di van du rojan de me aliyên hevpar ku Fransa û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tê de kar bikin nîqaş kirin. Em dixwazin di warê ewlehiyê de kar bikin. Em girîngiyek hevpar didin têkoşîna li dijî terorê û rêgirtina li vejandina DAIŞ`ê li herêmê. Ev tiştê sereke ye ku em dixwazin bi dostên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewam bikin.”

Romate her wiha bal kişand ser alîkariyên mirovî yan alîkariyên ku Fransa dikar pêşkêşî civaka li herêmê bike, bi taybet di warê çandinî û tenduristiyê de yan jî projeyên sûdmend ku Fransa dikare tevî desthilata li herêmê û pêkhateyên vir re pêk bîne.

KAMP JI BO GEL Û HÊZÊN EWLEKARIYÊ ASTENGIYEK MEZIN ÇÊDIKIN

Romate wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara kampan jî heye, ku astengiyeke mezin ji gel û saziyên ewlekariyê yên li vir re çêdike. Parastina ewlehiya kampên ku malbatên DAIŞ`î ê ne zehmet e, berpirsiyariya me dersînorkirina jin û zarokên fransî ji kampan e, ev dixwazin vê bi hevkariya di asta bilind de bikin bi dostên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikin.”

‛DIVÊ LI HERÊMÊN KU SÛC LÊ KIRINE WERE DARIZANDIN’

Li ser pêşniyara Rêveberiya Xweser ku dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên wê were avakirin û nêrîna Fransa li hember vê yekê Stephane Romate wiha got: "Helwesta Fransayê pir zelal e. Bawer im ku çekdarên DAIŞ’ê bi taybet ên fransî, divê li herêmên ku sûc li dijî gelê wê kirine werin darizandin."

‛EM DESTEKÊ DIDIN ÎNSIYATÎFÊN JI BO DARIZANDINA ÇEKDARÊN DAIŞ’Ê’

Romate ev tişt got: "Em destekê didin çi însiyatîfeke ji bo darizandina çekdarên DAIŞ’ê, bi taybet ên fransî ku bi terorîstan re şer li dijî gelê herêmê li nêzî herêma ku tê de sûc kirine û helwesta me ji vê yekê wek xwe ye. Em vê mijarê ji mijara zarokên ku nepijirandine li vir werin dinê cuda dikin. Ji lew re em texmîn dikin vegera wan li welat bar û berpirsiyariya me ye û pêşerojeke baş ji wan re pêşkêş bikin. Em li ser vê yekê dixebitin."

Têkildarî serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê) ku di lîsteyên terror de ye, di demên dawîn de li ser bajarê Efrînê yê dagirkirî û çawa Fransa ku endamekî Koalîsyona Navneteweyî ye dikare di rizgarkirina herêmê de bibe alîkar, serokê şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê Stephane Romate ev tişt gotin: "Ez texmîn dikim ku di van rojên dawîn de li Efrînê, dîmeneke zelal têkildarî gefên niha hene ku hîna komên terorîst dixwin, ji wan jî Cebhet El Nusra derket. Ji lew re divê em xebatê ji bo şerê li dijî terorê û têkbirina wê li ku deverê dibe bila bibe berdewam bikin û tiştê li Efrînê rû daye, ji me hemûyan re nîşaneyeke ku di yekkirina hêzên xwe ji bo şerê li dijî terorê bikin yek."

ANHA