​​​​​​​RJAK: Divê gelê Başûr li hember êrişan derkeve kolanan

RJAK: “Em bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê ve dakevin kolanan. Li hemberî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin, helwestê nîşan bidin."

​​​​​​​RJAK: Divê gelê Başûr li hember êrişan derkeve kolanan
19 cotmeh, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên azadiyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku demek e dewleta Tirk a dagirker êrişeke dijwar li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker li gel êrişên hewayî û bejahî, li beramberî zarokên me yên li serê çiyayan dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Em êrişan şermezar dikin û bang li civaka Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû pêkhateyên civakê ve dakevin kolanan. Li hemberî vê bêwijdaniya li hember zarokên me tê kirin, helwestê nîşan bidin."

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê aliyên peywendîdar bê deng nemînin û bi hevkariya gel li hember van êrişan rawestin û bibêjin "Na ji şehîdxistina zarokên me û dagirkeriya li ser xaka me re."