Îlham Ehmed bang li jinan kir ku di qada siyasî de aktîvtir bibin

Îlham Ehmed bang li Partiya Sûriya Pêşerojê kir ku rola ji bo wê hatiye damezrandina dewam bike, da ku proseya siyasî li Sûriyê bi pêş bixe. Îlham tekez kir ku beşdariya aktîv û taybet a jinan di siyasetê de dê rê li mayîndekirina aştiyê û bidawîkirina şerên di encama zihnetiyeta baviksalar a desthilatdar de derketine, veke.

Îlham Ehmed bang li jinan kir ku di qada siyasî de aktîvtir bibin
16 cotmeh, 2022   12:55
REQA

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku beşdarî Kongreya duyemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bûbû, axivî.

Kongre li Hola Tac a li Reqayê tê lidarxistin.

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ JI BO PÊŞXISTINA PROSEYA SIYASÎ LI SÛRIYÊ HAT DAMEZRANDIN

Îlham Ehmed lidarxistina kongreyê li hemû jinên Sûriyê pîroz kir û got: “Bêguman em di qonaxeke pir nazik re deras dibin, gelek destkeftiyên ku jin dikarni li ser asta Sûriyê û herêmê pêk bînin hene. Partiya Sûriya Pêşerojê li gorî pêdiviyên siyasî, çandî û civakî hat damezrandin. Armanceke wê ya sereke hebû ku rewşa siyasî li Sûriyê bi pêş bixe.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku partiya li ser hikumê Sûriyê ji ber siyasetên di salên derbasbûyî de meşandine, gelek azar ji gelê Sûriyê re anîn û tiştê îro tê jiyîn encmaa wan siyasetan e ku hîna jî ev partî li hemberê gelê Sûriyê dide meşandin.

Îlham Ehmed wiha bal kişand ser girîngiya beşdariya endamên meclisên jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê: “Beşdariya we di vê partiyê de û girtina roleke sereke, xwedî pêdiviyeke jiyanî û çarenûsî ji bo civkaa Sûriyê ye. Partiya Sûriya Pêşerojê partiyekî sûrî ye, jinên di nava vê partiyê de karîbûn bigihêjin astên girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Îlham Ehmed tekez kir ku divê Partiya Sûriya Pêşerojê vê rolê dewam bike û wiha pê de çû: “Divê jin xwe bigihînin jinên li gund û bajaran û wan beşdarî hemû qadên jiyanê bikin. ev partî dikare pêvajoyê bi rê ve bibe û li Sûriyê bi roleke pêşeng, çarenûsî û girîng rabe. Beşdariya jinan di vê partiyê de tê wateya ku ev partî dikare siberojeke demokraîtk û nenavendî ji bo Sûriyê ava bike.”

Îlham destnîşan kir ku berpirsiyariyên girîng û dîrokî dikevin ser milên jinan, ji ber ku partî dê erka guhertina çandî di zihniyet û binesaziya civakê de û xilasbûna ji badnorê siyaetên partiya Baasê bigire ser xwe, ji lew re ev partî dê xwedî siyasetên cuda û rêbazên demorkatî be. Îlham da zanîn ku ev hejmara zêde ya jinên di nava Partiya Sûriya Pêşerojê de cihê xwe digirin, tê wateya ku ew li ser rêya rast in.

ŞEHÎD HEVRÎN XELEF DI ANÎNA JINAN CEM HEV DE XWEDAN ROLEKE MEZIN BÛ

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Hevrîn Xeef di anîna jinan cem hev de û dayîna wan rola guncaw di proseya guhertinê de û bidestxistina îradeya azad a jinan de, xwedan roleke mezin bû û ev tişt gotin: “Ji lew re, divê jin di nava malbat, sazî û civakê de xwedî îrade û biryar bin. Şehîd Hevrîn ev kir.”

Îlham her wiha bal kişand ser serhildana jinan li Îranê û wekî gaveke dîrokî û girîng bi nav kir û wiha domand: “Dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku jinan berz kiriye, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye ku ji jinên Kurd dest pê kiriye. Îro bi sed hezaran jin li dora vê dirûşmeyê kom bûne û ji bo pêkanîna daxwazên azadî û edaletê bûye dirûşmeya pêşengiyê ji bo jinan.”

Îlham her wiha da zanîn hiştina qada siyasî ji mêran re tê wateya berdewamkirina şer, kuştin û koçberkirina jinan, berdewamkirina siyasetên destavêtina jinan û got: “Sedemên hemû tiştên ku jin di nava malbatê, civakê û di qada siyasî de rastê tê, valahiya ku jinan dbi deh hezaran salan di qada siyasî de hiştiye ye.”

JIYANA KOMÎNAL TÊ WATEYA GUEHRTINA JIYANÊ JI KOKÊ DE YE, JINÊN SIYASETMEDAR VÊ DIKIN

Îlham Ehmed amaje bi vî tiştî jî kir ku divê jin tu valahiyan nehêlin, divê valahiyan bi hêz, çalakbûn û zîrekî dagirtin da ku jiyana aborî, civakî, siyasî, qanûnî û di hemû aliyan de dagirin û got: “Jiyana komînal tê wateya guhertina jiyanê ji kokê de, jinên siyasetmedar vê dikin. Rola jinan di jiyanê de û di vê rêwîtiya têkoşînê de ev e.”

Îlham Ehmed ev bang li jinan kir: “Divê em ji xwe dest bi guhertina çandî ya ji kokê de heta guhertina civakî û siyasî bikin. ji lew re, ev kongre û civîn girîng û pêdiviyeke jiyanî ne. Divê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî mêr beşdarî hemû navendên biryarê bibin. Eger em di vê qadê de tune bin, divê em zanibin ku dê şer berdewam bikin.”

Konger bi xwendin û nîqaşkirina rêziknameya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike. Tê payîn ku di dawiya kongreyê de berdevka meclisê û du cîgirên wê bên hilbijartin, 21 endamên meclisê bên hilbijartin û kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(cx)

ANHA