Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin

Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi meşên girseyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkirin.

Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
Komploya navneteweyî li Reqa, Tebqa û Dêrazorê hat şermezarkrin
9 cotmeh, 2022   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

REQA

Bi hezaran şêniyên Reqayê ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya Reqayê ber bi Qada Agirkujiyê ya naverasta bajar ve meşiyan. Şêniyan di meşê de pankartên "Bimire komploya navneteweyî ya li dijî rêber mirovahiyê Abdullah Ocalan", "Na ji tecrîd û dagirkeriya Tirk re" û "Dem dema azadiyê yeʹʹ vekirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Meş li Qada Agirkujiyê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin.

Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Xilûd Mihemed axivî û got: "Em komploya qirêj a li dijî rêberê projeya neteweya demokratîk rêber Adulalh Ocalan e ku xwediyên desthilatdarî û nîjadperestiyê vê projeyê red dikin. Rêber Abdullah Ocalan xwest biratiya gelan û yek gelî bêyî cûdabûn ava bike, lê desthilatdar  vî fikrî red dikin. Ji ber fikrekî mirovî, exlaqî û çandî ye."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama meclisê Cahîda Mistefa şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn soza şopandina xeta şehîdan û ramanê rêber Abdullah Ocalan da.

Di çalakiyê de şêxê eşîra El Elî û endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remedan El Rehal ev tişt got: "Bi xêrhatina we dikim, ji vir silavan ji rêber Abdullah Ocalan alîgirê mirovahî û gelan re dişînim. Raman û teoriyên rêbertî em ji terorê parastin. Her wiha bi keda leheng û fermandarên QSDʹê em rizgar bûn."

Piştî axaftinan qeyda deng a rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

TEBQA

Li bajarê Tebqayê bi sed kes li dijî komploya navneteweyî meşiyan.

Meş ji taxa yekemîn "Ewel" ber bi navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Bijî biratiya gelan" û "Ji rêber Ocalan re azadî" hatin berzkirin.

Girseya şêniyan li ber navenda Çand û Hunerê sekinîn. Li virî Hevseroka Meclisa Rêveber a Reqayê Hind El Elî axivî û wiha got: "Em hemû şehîdên tevgera berxwedanê, tevgera gelan ên ku bi diruşma ʹHûn nikarin roja me tarî bikin" li derdora rêbertî xwe kirin xelekên ji agir, bi bîr tînin."

Hind El Elî anî ziman ku hemû hêzên kapîtalîst ên cîhanê ji bo ku destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin û fikrê rêbertî  yê ku li ser sîstema wan xetere ye, têk bibin komplo pêk anîn û wiha domand: "Di 24 saetên dawî de serketina fikrê rêber Ocalan û berxwedana wî di girtîgeha dewleta Tirk de îsbat bû ku gihişt tevahî cîhanê."

Hind El Elî îşaret pê kir ku berdewama tecrîda li ser rêbertî û nepêkanîna biryarên NYʹyê yên der barê doza wî de nîşaniyeke eşkere ya hevkariya hêzên modernîteya kapîtalîst bi dewletaTirk re ye ku hewl didin maf û nasnameya gelê Kur tune bikin.

Hind El Elî di dawiya axaftina xwe de got: "Em komploya li ser rêber Abdullah Ocalan, tevahî siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker û projeyên hêzên kapîtalîst yên rewakirina dagirkeriya Tirk li ser xaka me şermezar dikin."

GUNDEWARÊN ROJAVA YÊ DÊRAZORÊ

Li gundewarên rojava yê Dêrazorê, bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandana şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûn. Xwepêşandan ji Çerxeriya Kesre ber bi Meclisa Herêma Rojava ve bi rê ket.

Xwepêşandêran diruşmên "Na ji komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re" û pankartên "Erdogan terorîst e" û "Na ji dagirkeriya Tirk" re berz kirin.

Şêniyên banga bidawîkirian tecrîdê û serbestberdana rêber Ocalan kir.

GUNDEWARÊN ROJHILAT Ê DÊRAZORÊ

Li gundewarên rojhilat ê Dêrazorê, jî bi sedan şênî, rûspiyên eşîran û nûnerên meclisên herêmê, saziyên sivîl û meclisên malbatên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêş Nexweşxaneya Giştî ya Hecînî ber bi  avahiya Meclisa Herêma Rojhilata ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên "Ji rêber Ocalan re azadiya fîzîkî ", "Hilweşe komploya navneteweyî" û "Hilweşe dagirkeriya Tirk" hatin hildan.

Meş li ber avahiya Meclisa Herêma Rojhilat rawestiya. Li vir  Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El Selman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hîna bi hemû şêwe û rêbazên xwe yên cuda berdewam dike. Armanca ji komployê têkbirina têkoşîna rizgariyê ya bi serkêşiya rêberê neteweyî Abdullah Ocalan e.

Bi çavekî seranser mirov nikar li bûyer û encamên vê komployê binêre, ji her kesî ev eşkere ye ku plankirina vê komployê li ser bingeha avakirina hêmanên xizmetkirina ji berjewendî û siyaseta gelek hêz û aliyên cîhanê û herêmê pêk hatin û hîna dewleta Tirk di vê komployê de bi rêya hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina vîna gelan û têkbirina ruhê berxwedanê û binketina projeya neteweya demokratîk ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan, herêmê hedef digire. Lê bi vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên wê bi bin ketin û fikrê rêber Ocalan bi ser ket.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila hemû komploger bizanin ku tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û rêber Ocalan kilîta azadî, jiyana hevbeş û çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê daxuyaniyek da. Hevserokê meclisê Rakan El Mizel daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Em komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku dewletên îsîxbaratê ji bo têkbirina felsefe û fikrê wî pêk anine, şermezar dikin.

Êrişên bênavber li gel û herêmên Rêveberiya Xweser û topbaranên li dijî Serêkaniyê, Kobanê  Girê Spî bi armanca vegerandina berjewendiyên Osmaniyê Ii herêmê ne, koçberkirina gelan û derbekirina îstîqrar û ewlehiyê ye.

Dema me bi hezaran şehîd û birîndar dan, wê demê em li ser xeta wan dimeşin ku hîna jî bidin.

Em bang li NY’yê, Rêxistina Mafên Mirovan û Dadgeha Edlê ya Navnetweyî dikin ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin, bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bisekinin û êrişên dewleta Tirk ên li ser xak û gelê me bi dawî bikin."

(fr)

ANHA