Li pira Kerç teqîn pêk hat; Ukraynayê girt ser xwe

Medyaya Rûsyayê ragihand ku vê sibehê li ser pira Kerç a li nîvgirava Kirimê agir bi depoyên sotemeniyê ketiye. Ofîsa Serokatiya Ukraynayê jî berpirsyariya teqîna pirê girt ser xwe.

Li pira Kerç teqîn pêk hat; Ukraynayê girt ser xwe
8 cotmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rûsya Today, Komîteya Nîştimanî ya Têkoşîna li dijî terorê ya Rûsyayê ragihand ku vê berbangê li ser pira Kerç kamyonek teqiyaye û agir bi depoyên sotemeniyê yên di trneke di ser pirê re derbas dibû, ketiye.

Pira Kerç ku Kirimê û Rûsyayê biheve girê dide, li çûn û hatinê hat girtin.

Dezgehên çapemeniyê yên Ukrynayê jî gotin ku teqîn derdora saet di 06:00`ê sibehê de li ser pirê pêk hatiye.

Ofîsa Serokatiya Ukraynayê berpirsyartiya teqîna pirê li ser xwe girt û got: “Divê hemû cihên neyasayî werin tinekirin. Pira Kerç destpêke.”

(cx)