Rojnameyên erebî: Lihevkirina dewleta Tirk bi Debîbe re deriyê pesenên Enqere ji Başaxa re girt

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa muzakereya di navbera dewleta Tirk a dagirker û Lîbya de, rawestandina hemû komên çekdar ên Sedr û dosyaya diyarkirina sînorên Lubnan-Îsraîlê kirin.

Rojnameyên erebî: Lihevkirina dewleta Tirk bi Debîbe re deriyê pesenên Enqere ji Başaxa re girt
7 cotmeh, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LIHEVKIRINA TIRKÎ-LÎBYAYÎ DERIYÊ PESENÊN ENQEREYÊ JI BAŞAXA RE GIRT’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Lihevkirina Tirkî-Lîbyayî ya der barê vekolîna li ser petrol û gazê li rojhilatê Deryaya Spî deriyê pesenên dewleta Tirk li pêş hikumeta Fethî Başaxa re girt.

Enqereyê derî ji Fethî Başaxa re yê girêdayî AKP’ê vekirî hiştibû, her wiha berprisên tirkan di demên berê de her tim digotin tu ferq di navbera Ebdulhemîd Debîbe û Fethî Başaxa de tune ye û têkiliya Enqere bi her duyan re baş e.

Di dema destwerdana dewleta Tirk a binxistina êrişa milîsên alîgirê Başaxa li ser Terablusê di Tebaxa borî de redkirina dewleta Tirk eşkere bû. Lê hevdîtinên li Enqere û Dewhayê çêbûne eşkere kirin ku amadekirina formeke lihevkirinê ya nû tê kirin ku hemû alî razî bibin.

Ji îmzekirina dewleta Tirk a ji lihevkirina bi hikumeta Debîbe re ew e ku şergirtiya wê li ser Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya ji destpêkê ve ne şergirtiyeke demkî bû, lê belê bi demdirêj bû.

Başaxa jî di çend mehên berê de hewl da ji Enqereyê re îsbat bike ku ew li hember berjewendiya dewleta Tirk ên li Lîbyayê nasekine, lê çavdêran da zanîn ku nêzbûna wî ji Misir û Fransayê ku hevrikên dewleta Tirk li welat in, çi derfeta piştgiriya wî têk bir."

‛SEDR "SARAYA EL SELAM" LI PARÊZGEHAN JI BILÎ PARÊZGEHA SELAHEDÎN DICEMIDÎNE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr duh ragihand ku xebata "Saraya El Selam" li hemû parêzgehên Iraqê ji bilî parêzgeha Selahendîn cemindandiye. Her wiha Saraya El Selam li derdora li pêş du gorên îmamên leşkerî ku rêxistina El Qaîde di 2007’an de bi teqîna wan hate tawanbarkirin bi cih bûne û wê teqînê jî hişt şerekî navxweyî ya mezin çêbe.

Saraya komeke çekdar e ku Sedr piştî mezinbûna DAIŞ’ê di 2014’an de û serweriya wê li parçeyên mezin ji herêmên rojava heta bi bakurê welat ve ava kir. Ew temambûna milîsên Ceyş El Mihdî ye ku Sedrê piştî çend mehan ji dagirkirina Amerîka ji Iraqê re di 2003’yan de ava kiribû.

Muqteda Sedr got ji bo pêşîlêgirtina fîtneyê li parêzgeha El Besra xebatên komên çekdar hatin cemidandin, di heman demê de xebata Saraya El Selam jî dê çekdan li hemû parêzgehan ji bilî parêzgeha Selahendîn bi kar neyne. Lê li hember wê yekê dê tedbîrên din werin girtin, ji ber tirsandina welatiyan tiştekî heram û qedexekirî ye û şerê navxweyî jî heram e."

‛REWŞA AWARTE YA TIRSANDIN JI BO PÊVAJOYA DAN Û STANDINAN E’

Li ser dosyaya nexeşkirina sînorên deryayî yên Lubnan û Îsraîlê, rojnameya El Axbar El Lubnaniye wiha nivîsand: "Li ser civîna meclisa wezaretê ya biçûk ya duh li dar ketiye, Wezîrê Şer Benny Gantz ferman da artêşa Îsraîlê ku li hember sînaryoyên şer bi Lubnanê re amade bin.

Ev perspektîfên Gantz ji bo pêvajoya xebata dan û standinan, Lubnanê bitirsîne û li pêş Hizbullah bisekine ku tu rageşiyên leşkerî pêk neyne, pêk hatin. Ew jî piştî Îsraîlê têbîniyên Lubnanê li ser reşnivîsa lihevkirina nexşekirina sînoran red kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên îbranî da zanîn ku xwesteka Gantz, ji ber encama civîna nirxandina reşa heftane ya bi beşdariya serfermandarê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi û berpirsên mezin ên artêşê û wezareta ewlehiyê hatin. Gantz ji saziya leşkerî xwest ku ji êrişên bersivdan û paratsinê re amade be. Her wiha Gantz da zanîn ku ger lihevkirin hat îmzekirin an jî na, ew amade ne parastina binesazî û serweriya xwe bikin. Ger Hizbullah jî êrişî bîra Karish kir, dê Lubnan û Hizbullah berdêlekî giran bidin."