Malbatên şehîdan: Bi rihê Sara û Rûkenê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û anî ziman ku armanca yekemîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha soza şopandina xeta şehîd Rûken û Sara û tevahî şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Malbatên şehîdan: Bi rihê Sara û Rûkenê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin
3 cotmeh, 2022   12:51
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Mablatên Şehîdan bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endamên meclisê Şirîn Ehmed û Necah Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn armanca bingehîn ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew e ku nêrîn û têkiliyên wî bi gel re qut bike. Ev 18 meh e der heqê rewşa rêber Apo de tu nayê nayên girtin û tevahî hewldanên parêzeran ên hevdîtinê têne astengkirin. Em tecrîda domdar a li ser rêber Apo şermezar dikin û bêdengiya hêzên berpirs wekî sûcekî exlaqî û dijmirovî dibînin."

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: "Em dikevin meha Cotmehê ku Komploya Navneteweyî li ser rêber Apo hat pêkanîn, em dibînin ku bi pêşxistina tecrîdê û zextên li ser girtiyan ev komplo heta vê kêliyê berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate kirin û wiha hat domandin: "Piştî qetilkirina Jîna Emînî, rejîma Îranê di kesayeta wê de hewl da îradeya jinan bişikînin, em dibînin ku li erdnîgariya Rojhilatê Kurdistanê serhildanên berfireh rabûne.”

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan kiryarên dewleta Îranê ya li dijî gel şermezar kir û got: “Bûyera ku li bajarê Belucistanê rû da ku zêdetirî 42 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan jin û zarok in terora rêxistinkirî ya rejîma Îranê ya li dijî gelê xwe îsbat dike."

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de got, têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevahî azadîxwazên cîhanê cihê rêzdariyê ye û wiha bi dawî kir: "Bi rihê Sara, Rûken û hemû şehîdan em ê asta têkoşînê bilind bikin heta ku rêber Ocalan û civak azad bibin."

ANHA