​​​​​​​Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşananên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di rojan 14’emîn de berdewam dikin. Tê gotin ku Belûcistanê di êrişa hêzên Îranê de bi dehan kes hatine qetilkirin.

​​​​​​​Hêzên Îranê êrişî xwepêşanderan kir: Bi dehan kes hatin qetilkirin
30 îlon, 2022   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşananên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî di rojan 14’emîn de dewam dikin. Li bajarên Ehwaz, Zehdan, Sine, Kirman, Erdebîl, Seqiz û hinek bajarên din xwepêşananan dest pê kir.

Li gorî Aryen Tv, li Şêrebad a ser bi bajarê Zahidan li derdora navendekî hêzên Îranê şerekî dijwar heye.

Tê gotin ku li hêzên Îranê li bajarê Zahdan a navenda Sîstan û Belûçistanê rasterast xwepêşander gulebaran kirine. Li gorî agahiyan, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Lê heta niha daneyên piştrast nehatine parvekirin.

Her wiha li Erdebîl jî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derketiye.

Li gorî dîmenan gelek jin di xwepêşandanên Ehwazê de laçikên xwe avêtine û daketine qadan û semayê dikin. Li Tehranê jî gelek jin bêyî laçik digerîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka xwepêşandan û heta niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 83 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.

Heta niha xwepêşandan berdewam dikin. Tê payîn ku li çend bajarên din jî xwepêşandan destpê bikin.