Kremlin: Derbekirina herêmên ku tev li Rûsya bibin, derbekirina Rûsya ye

Kremlin da zanîn ku êrişên li dijî çi parçeyek ji herêmên Ukrayna ku Moskov wê tev li xwe bike, kiryarên "dijminane" li dijî Rûsya bi xwe ne.

Kremlin: Derbekirina herêmên ku tev li Rûsya bibin, derbekirina Rûsya ye
30 îlon, 2022   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlin, Dmitry Peskov herêmên "rizgarkirî" dê bibin herêmên Rûsyayê û çi êrişa artêşa Ukrayna li dijî wan herêman, êrişkirina xaka Rûsya bi xwe ye.

Dmitry Peskov ji çapemeniyê re da zanîn ku herêmên Zaporijya, Hersonê, Donetsk û Lûhanskê dê li gorî 4 peymanên têkildarî tevlêbûna xakên nû li Rûsyayê, dê bibin herêmên Rûsyayê. Dê îro ev herêmê piştî xîtaba Pûtîn werin îmzekirin.

(fr)