Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadane

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê di roja 10’an de berdewamin. Xwendekarên zanîngehên Tehranê jî bi daxuyanî û tevlînebûna waneyan piştgiriyê didin xwepêşandanan.

Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadane
26 îlon, 2022   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de carek din li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan. Li bajarê Sine jî xwepêşandan di roja 10’emîn de berdewamin û gel li qadane.

Ji bilî Sine, li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê jî gel daket qadan û li dijî zilma rejîmê dirûşmên “Jin jiyan azadî” bilind dikin.

Li aliyê din jî hat gotin xwendekarên hinek zanîngehên li Tehranê jî wek nerazîbûnek li dijî qetilkirina Jîna Emînî û girtina xwendekaran a di xwepêşandanan de îro tevlî waneyan nebûne û bi daxuyaniyan nerazîbûna xwe ya li dijî kiryarên rejimê nîşan dane.

Her wiha di saetên şevê de li bajarên Tebrêz û Qirwe jî carek din gel daketin qadan û bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê tînin ziman.

Li gor bîlançoya dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes ji aliyê hêzên rejimê ve hatine qetilkirin.