Hêzên Îranê Sîdekanê, dewleta Tirk jî çiyayê Asos bombebaran kirin

Hêzên Îranê herêma Sîdekan û dewleta Tirk jî bi balafiran çiyayê Asos bombebaran kirin.

Hêzên Îranê Sîdekanê, dewleta Tirk jî çiyayê Asos bombebaran kirin
26 îlon, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê nîvro rejîma Îranê bi dijwarî herêma Sîdekan ya navçeya Soran topbaran kir. Nayê zanîn ziyan çêbûne yan na.

Herwiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Asos yê navçeya Mawet a Silêmaniyê bombebaran kir.

Heya niha nayê zanîn di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na.