Welatiyên kurd ji PDK`ê re: Heke tu ne bi me re ye, ne li dijî me be jî

Şêniyên Qamişlo destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê hewl dide ku planên dewleta Tirk pêk bîne da ku şerekî navxweyî biafrîne. Her wiha bang li PDK`ê kirin ku dev ji xiyanetê berde.

Welatiyên kurd ji PDK`ê re: Heke tu ne bi me re ye, ne li dijî me be jî
26 îlon, 2022   06:15
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên qirkirinê didomîne û hewl dide ku bi rêya êrişên domdar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, gelê kurd tune bike.

Li aliyekî din bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê berdewam in. 

Têklidarî vê xiyanetê, welatiyê bi navê Kamîran Lawend diyar kir ku Rojava ji bo şoreş û serhildanên Kurdistanê fedekarî kir û ji aliyê madî û manewî ve li kêleka şoreşa Barzanî û malbata wî sekinî.

Lawend destnîşan kir ku PDK`ê bi vê rêbazê qenciyê vedigerîne û rê li pêşiya dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê vedike da ku ciwanên Kurd bikuje.

TU PIRSGIRÊKÊN ME BI PDK`Ê RE TUNE NE; ARMANCA ME EW E KU DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN

Lawend wiha domand: “Tu pirsgirêkên me bi PDK`ê yan jî aliyên din re tune ne, em tenê hewl didin ku dagirkeriyê têk bibin û ji axa xwe derxin. Heke tu karên baş nakî, bervajî wê jî neke û nebe sedem ku zarokên me werin kuştin. Her wiha hemû kesên li çiyayên azad şer dikin, zarokên me ne, banga welat bi cih anîn û ji bo doz û nirxên mirovahî tê dikoşin.”

Lawend sûcên PDK`ê li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) şermezar kir û got: ”Em qebûl nakin ku bi tu rêbazan zarokên me bên kuştin û li hember van sûcên derexlaqî li dijî gelê Kurd bê deng bimînin.”

TEVAHÎ HEWLDANÊN DAGIRKERIYA TIRK KU ME TUNE BIKE; TÊK ÇÛN

Welatiyê bi navê Izeldî Kedo diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû çekên xwe yên nûjen û nukleerî ji beriya 40 salî ve hewl dide Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike, lê belê tevahî hewldan û êrişên wê têk çûn.

Kedo destnîşan kir ku PDK`ê ne partiyeke nû ye, divê ew baş bizane ku dema bi dewleta Tirk re dibe hevkar û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike, dê piştre wê tune bike.

Kedo wiha domand: “PDK`ê, netewkurd e. Çawa destê xwe dirêjî xiyanetê dike. Bi dehan baregehên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ne. dest daniye ser aboriya herêmê. Hemû jî li ser hesabê gelê Başûrê Kurdistanê pêk tîne.”

Kedo anî ziman ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê naxwaze planên dewleta Tirk pêk bê bi rêya qetilkirina kurdan bi destê kurdan.

`BÊALÎ BE`

Welatiya bi navê Selma Ismaîl diyar kir ku divê PDK`ê baş bizane ku di sala 2017`an de Mesûd Barzanî dema serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, aliyê serî pêşîn li dijî derket, dewleta Tirk bû.

Selma Ismaîl bang li PDK`ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde û tev li yekitiya gelê Kurd bibe û li hember kesên ku dixwazin axên wan perçe bikin, bisekine. Her wiha ji PDK`ê re got: “Bêalî be, heke tu ne bi me re yî, ne li dijî me be jî.”

(dm)

ANHA