Artêşa Îranê herêma Biradost topbaran dike

Hêzên rejima Îranê deverên sinorî yên herêma Biradost topbaran dike.

Artêşa Îranê herêma Biradost topbaran dike
24 îlon, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê hêzên rejima Îranê bi dijwarî dest bi topbarankirina devera Berbizin, Gurasay, gundê Ketîne û gundê Binperêz ên li herêma Biradost ya navçeya Soran kiriye.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, heta niha jî topbarana li herêmê dewam dike. Der barê ziyanên topbaranê de agahiyên zelal bidest neketin, lê tê gotin çend top li nava keriyek pez ketiye.