P.A.D.K: Divê NY’yê asta şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî derbas bike

P.A.D.K da zanîn ku pêdiviya sûcê qetilkirina Jîna Emînî ne tenê bi şermezarkirinê heye, lê belê pêdivî bi destwerdaneke cidî ji hêla NY’yê, rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî heye ku lêpirsîneke berfirehk pêk bînin û desthilatên Îranê muhasebe bikin.

P.A.D.K: Divê NY’yê asta şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî derbas bike
23 îlon, 2022   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê (P.A.D.K) bi daxuyaniyekê banga hesabxwestina sûcdarên qetilkirina Jîna Emînî kir.

Di daxuyaniya P.A.D.K’ê de wiha hate gotin:

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 14’ê Îlonê de Jîna Emînî (22), piştî "polîsên exlaqê" yên Îranê bi hinceta laçika xwe bi awayekî rast nepêça ye girtin, hêzên rejîma Îranê bi awayekî hovane îşkence lê kir û di encamê de gihaşt asta şehadetê.

Dema ev sûca hovane pêk hat, xwepêşandanên girseyî yên şermezarkirinê Ii bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin û piştre li bajar û herêmên Îranê belav bûn. Wek her car hêzên Îranê bi hemû rêbazên çewisîner li hember van xwepêşandanan sekinîn û di encamê de, li gorî raporên çapemeniyê, zêdetirî 30 kesî şehîd bûn.

P.A.D.K di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bê guman ji rejîmên destpot û dîktar tu kes ji bilî van sûcan texmîn nake. Sicila rejîman tijî binpêkirin, sûc û qirkirin e, nexasim li dijî gelên banga maf û azadiya xwe dikin pêk tê. Ev rejîm bi mask û diruşmên olî-mezhebî xwe vedişêrin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber ku ev rejîm, rejîmên baviksalariyê ne, yên herî zêde zirarê dibînin jin in, bi taybet jî jina azad a xwedî vîneke xurt ku koletiyê ji van celadan re qebûl nake. Tiştê bi Jîna Emînî de hatiye ji bûyerên berê yên pêk hatine û yên bi keçên Kurd de bi destê rejîma dewleta Tirk û komên wê yên terorîst pêk tên û tiştê bi destê rêxistina DAIŞ’ê li ser keçên êzidî pêk hatine, heman metod û sûc e.

Di berdewama daxuyaniyê ve hate eşkerekirin ku sûca ku hêzên Îranê li dijî Jîna Emînî pêk aniye, pêdiviya wê tenê bi şermezarkirinê tune ye, lê belê pêdivî bi destwerdaneke cidî ji hêla NY’yê, rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî û mirovî ve heye ku lêpirsîneke fireh veke û sûcdaran muhasebe bike û rê li pêş desthilatên Îranê bigire ku sûcan li dijî jina û gelê Kurd li Îranê pêk neyne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Jîna Emînî nimûneya jina azad e ku koletî ji desthilata baviksalariyê re qebûl nekir. Dibe ku bi rêya wê celad werin darvekirin, her wiha darba li dijî zulm, çewisandinê pêk bê û dibe ku destpêka şoreşeke giştî li dijî rejîma destpot, çewsîner û tarîtî be.

(fr)