Rêxistinên jinan sûcê kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Meclisa Jinên Azad a kantona Şehba û Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, sûcê hovane yê ku desthilatdarên Îranê li dijî jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (Mehsa) pêk aniye, şermezar kir û gotin: "Keziyên jinên Kurd wê bibe darbesta kujer û hemû kesên ku şîdetê li jinan dikin."

 Rêxistinên jinan sûcê kuştina Jîna Emînî şermezar kir
22 îlon, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan jinên kantona Şehba û endamên Meclisa Jinên Azad li pêşiya navenda Meclisa Jinên Azad li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê daxuyanî dan. Jinan sûcê kuştinê yê ku desthilatên Îranê li dijî keça Kurd Jîna Emînî bi hinceta nelixwekirina baş a rûpoşê pêk aniye, şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclisa Jinên Ciwan, Cîhan Kosa ve hate xwendin wiha ye:

"Li ber çavên hemû cîhanê me dît ku çi bi jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ji bajarê Seqazê hat. Dema ku ew bi malbata xwe re çûbû Tehranê, ji aliyê polîsên exlaqê ve ji bo ku nîşanî cîhanê bide ku ew civakek îslamî ne û qanûnên şerîetê û exlaqê pêk tînin, bi hinceta ku rûpoşa xwe tam li xwe nekiribû, hatibû girtin.

Gelek jin ji ber desthilatdariya rejîmên zalim ên ku hewl didin vîna azad a jinan bişkînin, êşê dikşînin. Ev yek ji awayê hovane û nemirovane yê îşkencekirin û lêdana wê jina Kurd diyar bû, ku piştî sê rojan ji girtina wê hat şehîdxistin. Di şexsê şehîd Jîna de ew hemû jinên cîhanê hedef digirin.

Em jinên kantona Şehbayê vî sûcê hovane yê li dijî jinan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku li hember van sûcan bê deng nemînin.

Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hemû polîtîkayên rejîmên zalim ên ku olê weke hincet ji bo sînordarkirina azadiya jinê bikar tînin, rabin ser piyan."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên azadiya jinan bi dawî bû.

Bi mijarê ve girêdayî, Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo jî daxuyaniyek da. Komîteyê kiryar û sûcê hovane yê li ser Jîna Emînî şermezar kir.

Daxuyaniya Komîteyê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, Hena Xalid ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dîrokê de jinan di avakirina şaristaniyan de roleke sereke û pêşeng lîstiye. Di avakirina civakê de di hemû waran de, civakî, siyasî, leşkerî û aborî roleke sereke lîstiye û dîrok şahidê vê yekê ye.

Ji Înana heya Leyla Qasim, ji Zîlan heya Bêrîtan û ji Arîn heya Jîna Emînî weke xeteke dîrokî ya tijî destkeftiyên jinan, pêşkêşî hemû mirovahiyê kiriye. Lê her tim jin di aliyê qebûlkirina civakê jê re, rastî zehmetiyan dihat û di hemû serdeman de rastî tundiya civakî, derûnî û fizîkî  hatiye. Em zihniyeta baviksalarî ku vedigere 5 hezar sal jî ji bîr nekin, şîdeta ku îro li ser jinan tê meşandin ji ber vê zihniyeta kevneperest e.

Keziyên jinên Kurd dê ji qatilan û hemû kesên tundiya li ser jinan pêk tînin wê bibe darbest. Em jî wek jinên navçeya Amûdê bi hemû pêkhateyên wê tekez dikin ku heya pêkanîna azadiya jinan, em ê li hember her cureyê şîdetê tê bikoşin."

(hs)

ANHA