Rojnameyên erebî: Xitimîna siyasî li Iraqê didome û xwepêşandanên li Îranê belav dibin

​​​​​​​Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî xitimîna siyasî li Iraqê, xwepêşandanên li Îranê û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Xitimîna siyasî li Iraqê didome û xwepêşandanên li Îranê belav dibin
22 îlon, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‛KRÎZA SIYASÎ YA IRAQÊ DIDOME’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Piştî 11 mehan ji hilbijartinan hîna her tişt li cihê xwe ye. Namzetê ji bo peywira serokwezîtiyê Mihemed Şiya Sûdanî neçar ma ku têkildarî lîsteyên wezaretê ku wî ava kirine, daxuyaniyê bide, ku bi awayekî berfireh di medyaya dijîtal belav bûbû.

Sûdanî di daxuyaniyeke ku nivîsgeha wî ya çapemeniyê daye de got gotegotên li ser lîsteyên wezaretê ne rast in û wiha pê de çû: “Ya rast di van lîsteyan de kesên li pey wê disekinin û armanca ji propagandaya wan e.”  Li gorî texmînan, du armancên belavkirina lîsteyan hene, Sûdanî ew vebijratin û ji sedî 60 ji xebatên wezaretê bi dawî kirine ku duh di rûniştineke nefermî de bi gelek parlamenterên Iraqê ew yek nîqaş kir.

Her du armancên li pişy belavkirina van lîsteyan, balkişandina ser namzet an jî hêzên siyasî li ser hin kesayet an jî navên ew alî dixwazin balê bikişînin ser e. Hin kesayetên siyasî û bi rêya artêşên elektoronîk û ji bo propagandakirina yek kesayetî ew li ser lîsteyeke giştî ji 22 wezîran dixebitin.

Armanca duyemîn jî propagandaya hin navên dibe ku bibin namzet û tev li kabîneya hikumetê bikin ku ji hêla raya giştî ve were şewitandin. Bi wê re namzet an jî hêzên siyasî yên li piştî disekin wê neçar bimînin ku bi dûr bixin.

Mijar ne tenê li ser lîsteyên wezaretê yên sexte ne, lê belê tiştekî girîng li ser asta siyasetê heye; ji zêdetirî 2 hefteyan ve axaftina li ser avakirina komîteyeke sêalî ya fermandarî tê kirin, ew ji serokê Hevpeymana Fetih Hadî El Amirî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê parlamento û serokê Hevpeymana Serweriyê Mihemed Helbosî pêk tê. Dê ev kes biçin Henane ya li Necefê da ku bi serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr re bicivin."

‛XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ BELAV DIBIN’

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El Ereb ev tişt nivîsand: "Bi hezaran kese li ser qetilkirina Mehsa Emînî ku polîsên exlaqê bi tawana cilên wê ne li gorî cilên jinên li Îranê ew girtiye, daketin qadan.

Di xwepêşandanên li seranserê welat de herî kêm 6 kes hatin kuştin, li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê ji nav wan polîsek û 5 welatiyên beşdarî xwepêşandanan hene.

Ajansa Erna ya Îranê duh diyar kiribû ku di xwepêşandanên li bajarê Şîraz ê başûrê Îranê de ku şeva sêşemê hatiye lidarxistin 4 polîs birîndar bûn û yek hate kuştin.

Desthilata Herêma Kurdistanê li Îranê ragihand ku di xwepêşandanên sêşemê yên li Kirmanşahê de 3 kes hatin qetilkirin. Lê desthilatên Îranê diyar kir ku têkiliya hêzên ewlehiyê bi kiryarên qetilkirinê re tune ne.

Bi hezaran li Îranê li ser qetilkirina Jîna Emînî ku polîsên exlaqî di 13’yê Îlonê de bi sedema cilên wê ne li gorî cilên jinên Îranê ve girt û ber bi navenda polîsan ve bir. Polîsan got wê azarên pirsgirêkên dil dikişand û piştre wefat kir.

Piştî Jîna Emînî wefat kir, nexweşxaneya ku ew derman dikir li ser instgramê got û piştre hate rakirin, Jîna Emînî dema derbasî nexweşxaneyê bûbû, mirîbû.

Wefata Jîna Emînî (22) hêrseke mezin di dozan de çêkir; ji wan azadî û aboriya li Îranê ye."

‛LUBNAN: REWŞEKE SIYASÎ YA TALOQKIRÎ LI BENDA DERVE YE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Dema Necîb Mîqatî ji New Yorkê hatiye, lêkolîna li ser çawaniya gihîştina lihevkirinekê di navbera wî û serokê Lubnanê Mîşêl Ewn de tên kirin, da ku hikumetek di destpêka Cotmeha bê de were avakirin û ragihandin. Di saetên dawî de axaftina li ser hebûna lubnanî li paytexta New Yorkê ji bo dewreya 77’an a Komleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) girîngiyeke awarte qezenc kir. Ya yekê; ji ber têkildar û bandorkerên doza Lubnanê li wir in û ya din jî li welat dorpêçeke aborî, darayî, siyasî û dîplomasî heye, bi taybet ew li ber du mafên destûrê yên mezin in; avakirina hikumeta û hilbijartinên serokatiyê."

(fr)