Konferansa Parastinê ya Ciwanan di roja 2`yemîn de ye

Bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê Werin Cenga Azadiyê” vê sibehê roja duyemîn a Konferansa Yekemîn a Parastinê ya Ciwanan bi beşdariya 350 delgeyên ji bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê dest pê kir.

Konferansa Parastinê ya Ciwanan di roja 2`yemîn de ye
21 îlon, 2022   08:38
QAMIŞLO

Konferansê duh li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo dest pê kiribû.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê, di roja duyemîn (îro) de dê senevîzyonek li ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan li ser ciwanan, rolawan di têkoşîna rizgariyê de, çalakiyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê pêşandan. Her wiha dê rapora rêxistinî ya salane ya kar û xebatên ciwanan bê xwendin û rola wan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û teyisandina rêgezên şerê gel ê şoreşgerî de, bê nîqaşkirin.

Tê payîn ku hejmareke bendên din jî bên nirxandin wekî, welat, welatparêzî, rêbazên şerê taybet yên hêzên dijber li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya koçberî, belavkirina madeyên hişbir û fihûşê dimeşînin.

Di konferansa ciwanan de, her wiha dê sekinandina li hember rêbazên şerê taybet û rola jinên ciwan di civakê de û parastina ciwanan bê nîqaşkirin.

Piştre tê payîn ku plansaziya ciwanan di dema pêş de bê xwendin û meclisa ciwanan a herêma Cizîrê bê hilbijartin.

ANHA