Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê: Nenavendîbûn mîsogeriya yekitiya Sûriyê ye

Beşdarên Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê da zanîn ku nenavendîbûn mîsogeriya yekitiya xaka Sûriyê ye û got pêdiviya Sûriyê bi lidarxistina civînekê ku nirxên demokrasî, welatîtiya hevbeş û nasnameya nîştimanî esas bigire, heye.

Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê: Nenavendîbûn mîsogeriya yekitiya Sûriyê ye
17 îlon, 2022   11:05
QAMIŞLO

Beşdarên Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê ku Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Hola Zana ya Qamişloyê li dar xistiye, nenavendîbûn nîqaş kir.

Roja duyemîn a komxebatê bi pêşkêşkirina belgeya nenavendîbûnê ji hêla endamê Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd ve, dest pê kir.

Xelef Dawûd di destpêkê de bal kişand ser dîroka nenavendîbûnê li Sûriyê û wiha got: "Ji bilî tecrubeyên navneneteweyî yên cihêreng di pêkanîna nenavendîbûnê de mîna sîstema rêvebirina dewletê, piranî li gorî rêgezên demokrasî û hevbeşî yên bingeh hatin girtin û asta aborî bilind kir û bi awayekî qebûlkirî edaleta civakî pêk anî."

Dawûd wiha domand: "Tevî hemû hewl û pêşdeçûnên fikrî, siyasî, civakî û aborî ku têgehên nenavendîbûnê di serdema nûjen de ava kirin, lê Sûriyê wek dewlet xwedî tecrubeyeke pêşeng e. Yekemîn destûra nenavendî li Rojhilata Navîn destûra Sûriyê ya 1920’an bû. Ji ber wê nenavendîbûn ne jixwe hatiye yan jî rewşeke awarte li Sûriyê ye, lê belê her tim û ji dema damezirandina Sûriyê û heta vê kêliyê dozeke pêşkêş kiribû û qanûn û destûrên wê hebûn."

‛NAVENDÎPERESTIYA DESTPOT LI SÛRIYÊ SEDEMA KRÎZÊ YE’

Dawûd behsa rewşa niha li Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Navendperestiya destpot a li Sûriyê sedema krîza binyadî ye û wê welat ber bi krîzeke aborî, siyasî, rêveberî, civakî û çandî ve bir. Piştî hemû wêraniyên li welat li ser tevahî aliyan û trajediyên mirovî yên bênavber pêdiviya Sûriyê bi çareyeke nîştimanî heye ku krîzên siyasî, civakî û aborî bi dawî bike. Ji ber ku li Sûriyê gelek çand, etnîk, ol û mezheb hene û sîstema nenavendî çareya guncaw a rêvebirina dewletê ye."

Dawûd li ser têgeha nenavendîbûnê wiha got: "Ew têgeh, veguhastina desthilat, berpirsiyarî, erk û madeyan ji navendîbûnê ber bi aliyan ve li gorî mekanîzmeyên destûrê yên diyar e. Her wiha desthilat li ser gelek astan tê belavkirin da ku beşdariya civaka herêmê di xwerêvebirinê bê geşkiriin, tedbîrên bîrokratiyê hêsan bike, lezbûn di destkeftiyên rêvebirinê de çêbe û xizmetguzariyên aktîf pêşkêş bike, gendeliyê qels bike, rêvebirina darayî pêk bîne û daneyan li gorî pêdiviyên herêmî xerc bike. Da ku civaka herêmî rêveberiya xwe ya herêmê bi rêya dengdayîna yekser, nepenî û zelal hilbijêre û hemû beşên civakê di biryardayînê de beşdar bin."

‘NENAVENDÎBÛN DERIYÊ ÇARESERIYÊ YE’

Li ser pêwîstiya pêkanîna sîstema nenavendîbûnê li Sûriyê Dawûd wiha axivî: “Li gel parçebûna û têkçûyîna siyasî, civakî, erdnîgarî û çandî li Sûriyê, nenavendîbûn deriyê çareseriyê û garantiya yekitiya xaka Sûriyê ye. Sûriyê bi rewşa xwe ya niha di nava 3 herêmên serweriyê de ye, têkiliyên di navbera wan de hema qut in. destpotiya navendî û projeyên nenîştimanî yên girêdayî ajandeyên dewletên herêmî rewşeke parçebûna erdnîgarî, civakî û siyasî li Sûriyê ava kir.”

Dawûd wiha pê de çû: “Pêdiviya nenavendîbûnê bi rêveberiyekê heye ku dûrxistin, paşguhkirin û mehrûmkirinê mezin çareser bike ku gelek herêmên Sûriyê azar di serdema sîstema navendîbûnê ya li Sûriyê de kişandin. Ruxmî ku gelek herêm di salên berê de kontrol kirin, lê sûd ji wê re neanîn, lê belê bi rêbazên şaş û neyênî bi kar anîn û li ser hesabê xizmetguzarî û sûdmendiyên civakî hêza xwe bi kar anî. Nenavendîbûnê nahêle nakokî çêbin an jî sînordar dike. Ji ber ku newekheviyê kêm dike. Nenavedîbûn aştiyê geş dike û aliyên li ser astên herêm û parêzgehan geş dike, da ku herêmên xwe dûrî hegemoniya navendî bi rê ve bibin."

‛PÊDIVIYA SÛRIYÊ BI HEVPEYMANA CIVAKÎ HEYE’

Xelef Dawûd îşaret bi rêgezên bingehîn ên nenavendîbûna li Sûriyê kir û wiha axivî: "Divê nenavendîbûn di her sê desthilatên rêveberî, dozgerî û qanûnsazî de pêk bê, rêgeza qutbûna desthilatan bingeh bê girtin. Li gorî wê divê ji herêmê herêmekê re nenavend 3 desthilat; rêveberî, qanûnsazî û dozgerî hebe û ji mafên wê ye her sê desthilat li kantonan were avakirin."

Dawûd da zanîn ku pêdiviya Sûriyê li ser astên herêm û nîştimanî bi Hevpeymana Civakî heye ku nirxên welatîbûn, demokrasî, welatiya hevbeş, nasnameya nîştimanî ya cur bi cur û mafan esas bigire. Girîng e ji her herêmekê erdnîgarî re nenavendî yan jî kanton hebe û hevpeymana wê ya civakî ya taybet hebe û ne li dijî destûra giştî ya welat be.

Dawûd diyar kir ku li pêş van hemû rastî û astengiyan tu çareyên sihrî ji krîza Sûriyê re tune ne û tur ê ji hêzên nîştimanî yên demokratîk re ji bilî du vebijêrkan tune ye. Yan wê bi rewşa xwe ya niha razî bibe û li pêş projeyên nenîştimanî û demokratîk têkçûyî bimînin û bi wê re bare berpirsiyartiya xeteriya û bandorên li ser Sûriyê tememûl bike, yan jî hevgirtî bin û li gorî nêrîna yek bernameyê bixebitin û nenavendîbûnê weke deriyê çareseriyê esas bigirin û çareyên xwe deynin ser maseya meclisên neteweyî û bi xwe berpirsiyartiya xebata guhartin û veguhartina demokratîk a bingehîn li giştî Sûriyê pêk bînin."

NÊRÎN Û NÎQAŞÊN BEŞDARAN

Di dawiya xwendina belgeyê de, beşdaran bi rêya nîqaşên xwe bal kişand ser vê yekê; sîstema navendîperest Sûriye ber bi krîza rasteqîn ve bir û nenavedî jî azadiya civak, netewe û siyasî ye û dikare jinûve Sûriyê bi xak û gelê wê ve bike ye û çareya herî guncaw a pêşeroja Sûriyê ye. Tecrubeya nenavendiyê tecrubeyeke pêşeng e. Beşdaran pesna sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û da zanîn ku pêwîst e ew sîstem li tevahî Sûriyê pêk bê.

Beşdaran destnîşan kir ku li gel hebûna dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê zehmet e nenavendîbûn pêk were û divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

(fr)

ANHA