Çeteyekî li Serêkaniyê piştî ku destdirêjî li zarokekî kir, qetil kir

Çeteyekî artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê ya dagirkirî destdirêjî li zarokekî iraqî kir û piştre qetil kir. SOHR’ê diyar kir ku gelê Sûriyê li hember bûyerê hêrs û aciziya xwe anî ziman.

Çeteyekî li Serêkaniyê piştî ku destdirêjî li zarokekî kir, qetil kir
15 îlon, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên çeteyan dagir kirine ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, gel ji ber sûcê li dijî zarokê iraqî yê li Serêkaniyê bi hêrs e.

Çeteyê bi navê Mistefa Selame yê ji koma Siqûr El Şîmal a çeteyên Artêşa Nîştimanî, zarokê iraqî Yasîn El Mehmûd revand û destdirêjiya cinsî û fîzîkî lê kir û piştre li pêş mala wî ew kuşt.

SOHR`ê da zanîn ku li “herêmên ewle” yên Erdogan gelek bûyerên revandina zarok û jinan çêdibin, heta bi sûcê li dijî zarokê iraqî ji hêla Mistefa Selame yê ji bajarê Soran ê bakurê Hemayê.

(eh)