​​​​​​​Israra Îranê ya li Lubnanê

Li gel geşedanên li herêmê û hemwextî dan û standinên di navbera Îran û hêzên rojavayî de, Lubnan ket rojeva Îranê ku hewl dide li ser pêla aloziyên vî welatî bilîze da ku hebûna xwe bisepîne. Ji ber wê peywendiyên xwe bi kesên têkildarî re zêde kirin. Vê yekê pirsên têkildarî sedemên israra wê derxistin pêş.

​​​​​​​Israra Îranê ya li Lubnanê
14 îlon, 2022   08:13
BEYRÛT - EBÛ XEZALÊ

Li gel tunebûna mazotê û bihatiyê, xuya ye ku Lubnan êdî diyariya Îranê qebûl dike ku sotemeniya pêwîst a saziya kehrebeyê ya Lubnanê dabîn bike. Serokê hikumetê Necîb Mîqatî, wezîrê enerjiyê Welîd Feyad erkdar kir ku şandeyekê amade bike da ku bişîna Tehranê û mijarê bi rayedarên îranî re nîqaş bike. Bi taybet piştî bersiva balyozê Îranê yê li Lubnanê Mecteba Amanî der barê pîvanên petrolê de ji bo serokê hikumetê erênî bû. Îranê soz da ku dê petrol li gorî pîvanên Lubnanê diyarî bide welêt.

Rojnamevanê ji Lubnanê Ziyad Îtanî got: "Piştî ku kehrebe li Lubnanê nema, di demeke nêz de dê peywendî jî nemîne, xema yekane ya Mîqatî razîkirina Amerîkayê ye ku lênûska cezayan di dest de ye. Çi dixwaze lê zêde dike û jê dûr dixe, heta ku welat bi giştî tarî bibe. Li şûna ku şandeyeke amade bike ji bo biçe Tehranê û diyariya Îranê ya petrolê nîqaş bike, ew amade ye li benda destûra Washingtonê ji bo anîna gaza Misirê û kehrebeya Urdinê ye.”

GELO PETROLA ÎRANÊ DÊ LUBNANÊ BIXE NAVA NAKOKIYÊ?

Gelê Lubnanê û gelek siyasetmedaran hişyarî li ser cezayên Amerîkayê dan, heke welat di aloziyên aborî yên herî dijwar re derbas dibe, petrola Îranê qebûl bike.

Wezîrê enerjiyê destnîşan kir ku petrola Îranê heke were, diyarî ye û nakeve ber cezayan. Her wiha wezîr diyar kir ku li ser diyariyan ceza nayên ferzkirin, li gorî ku rayedarên Amerîkayê jê re şîrove kirine.

Îtanî ji ANHA’yê re got: "Qebûlkirina Lubnanê ji vê diyariyê re, dê bi xwe re cezayan bîne. Heta ku di çarçoveya diyariya mirovî ya bê pere de be."

Îtanî wiha domand: "Pîvanên kargehên Lubnanê li ser petrola Îranê pêk nayên. Ji ber ku nehatiye parzûnkirin. Daxwaz li ser jî pir hindik e. Ji ber ku madeyên bijehr jê derdikevin. Gelo kîjan şîrket dê cesaret bike û daxwaznameya parzûnkirina petrola Îranê pêşkêş bike?"

Îtanî ev li gotinên xwe zêde kir: "Pirsgirêka me bi gaza Misirê re ew e ku Kongreyê heta niha qebûl nekiriye ku Misirê ji Cezayên Qeyser efû bike. Gelo dê çi helwestê nîşanî petrola Îranê bidin? Heke Îran di mijara diyariyê de cidî ye, divê petrolê li gorî pîvanên kargehên me, bide me bêyî ku pêwîstî hebe ku em wê bi cureyeke din biguherin."

PEYAMÊN ÎRANÊ JI LUBNANÊ RE

Li gel ku gerên Viyanayê rawestiyane û li gorî pêdiviyên rewşa heyî Tehran asta fişarê bilind dike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hişyarî da ku pêdiviya Îranê ya wergirtina madeyên guncaw ji bo pêşxistina nukleerî heta çend hefteyan kêm bûye yan jî qadên xwe li Rojhilata Navîn li hember Îsraîlê germ dike.

Li ser vê yekê aliyên dîplomatîk ên Ereban metirsiya xwe anî ziman ku Lubnan bi rêya kontrolkirina Hizbullahê bibe qada yekane di destê Îranê de û li gorî berjewendî û dan û standinên Viyanayê û Iraqê bi kar bîne.

Ev geşedan metirsiyên hebûna planeke Îranê zêdetir dikin ku wek kaxezeke zextê li Lubnanê dest bi êrişan bike û ji Amerîka daxwazan bi dest bixe. Ji lew re çavkaniyên çapemeniyê diyar kir ku Washington û aliyên navneteweyî yên dîtir diyar kir ku zext li Til Evîvê kir ku bersivê nede rageşiya ku Îran ji bo xizmeta ajandeyên xwe dixwaze.

PÊŞNIYARÊN ÎRANÊ JI LUBNANÊ RE

Sala 2006`an hikumeta Lubnanê pêşniyara Îranê ya têkildarî dosya kehrebê red kir û 2009’an jî der barê hevkariya di vê çarçoveyê de, Îranê nameyek ji Wezareta Enerjiyê ya Lubnanê re nivîsand.

2010’an jî rengê pêşniyaran guhartin û bi awayekî fermî her du aliyan serokê hikumetê yê wê demê Seed El Herîrî û wezîrê enerjiyê Cibran Basîl serdana hev kir. Di hevdîtinê de behsa amadekariya Îranê hate kirin ku pisporan ava bikin ku bi lêçûneke kêm kehrebê bi qasî 1000 megawat derîne, lê Lubnanê ev yek heta destnîşankirina qanûnekê paşxist. Di her halî de rikberiyên siyasî dest pê kirin ku pêşniyar werin rawestandin.  

2012`an balyozê Îranê yê koçkirî Xedenfer Rikin Ebadî helwesta welatê xwe ya pêşniyara li jorê dubare kir û wê demê got, şîrketên Îranê gelek gavên destpêkirinê pêk anîn ku ew jî made ye di salekê de 500 megawat derxe û ger Lubnanê ji wê zêdetir bixwaze Tehran amade ye. Piştî wî jî balyoz Mihemed Fethellah jî pêşniyara Ebadî dubare kir, lê dîsa jî Lubnanê red kir.

2017`an jî alîkar wezîrê Enerjiyê yê Îranê yê Kar û barên Navneteweyî Alîreza Daîmî di hevdîtina bi şandeyeke ragihandinê ya Lubnanê re ku serdana Wezareta Enerjiyê ya Îranê kirin, pêşniyara hevkairya bi Lubnanê re û avakirina kargehên berhemanîna kehrebê nû kir, lê dîsa jî bersiv tune bû.

2019`an jî wezîrê karên derve yê Îranê yê wê demê Mihemed Cewad Zerîf dema serdana Lubnanê kir gotibû, "Pêşniyara welatê me ya ji bo çareserkirina krîza Lubnanê ya kehrebê jî heye."

Pêşniyara dawî jî 2020’an bû dema serokê Meclisa Şêwira Îslamî Elî Larîcanî serdana Lubnanê kiribû û di hevdîtina xwe ya li gel rayedarên Lubnanê de nexasim bi her sê serokan re behsa amadekariya Îranê ji alîkariya di qadên aborî de kiribû, di serî de kargehên berhemanîna kehrebeyê û bi buhayeke diyarkirî û kalîteyeke baş madeyên petrolê bide Lubnanê, lê dîsa jî pêşniyara Îranê bi hinceta DYA cezayan li ser bank û aboriya Lubnanê ferz bike, hate redkirin.

Li pêşberî van pêşniyaran û metirsiyan her wiha redkirina Lubnanê, welatî dibin qurbanî.

ANHA