Şehîd Silava Remedan li Viyanayê hate bibîranîn

Li paytexta Awisturyayê Viyanayê ji bo bîranîna şehîd Silava Remedan merasîmek haye lidarxistin.

Şehîd Silava Remedan li Viyanayê hate bibîranîn
14 îlon, 2022   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh malbata şehîd Silava Remedan, malbatên şehîdan û bi dehan kurdistaniyên li Ewropayê tev li merasîma li Mala Kurd a Viyanayê  bûn.

Di merasîma bibîranîna şehîd Silava Remedan de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Agirî Kobanê axivî û îşaret bi şehîdên ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd canên xwe feda kirin ku destkeftiyên Rojava biparêzin, kir.

Dayika şehîd Silava, Remziye Remedan jî bi rêya telefonê ji navçeya Dirbêsiyê beşdarî merasîmê bû û spasiya kurdistaniyan kir ku tev li merasîma bibîranînê bûne.

Şehîd Silava Remedan di encama êrişa artêşa Tirk a li dijî navenda Şemoka ya perwerdeyê ya 18`ê Tebaxa derbasbûyî de birîndar bûbû û 1`ê Îlonê şehîd bûbû. Bi wê re 5 zarok jî şehîd bûbûn û 10 jî birîndar bûbûn.

(eh)

ANHA