Rojnameyên erebî: Fikarên li ser zêdebûna kolerayê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa belavbûna kolerayê li herêmên Sûriyê, serdana serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ji bo Qeterê û têkiliyên El Qaîde û DYA`yê kir.

Rojnameyên erebî: Fikarên li ser zêdebûna kolerayê li Sûriyê
14 îlon, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYE DI BIN GEFA KOLERAYÊ DE YE’

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Piştî ku li herêmên cuda yên Sûriyê çend rewşên nexweşiya kolerayê hatin dîtin, êdî kolera bûye rojeva kolanên Sûriyê.

Ruxmî ku rewşên pêketî û mirinên bi kolerayê bi sînor e, lê li gel binesaziya tenduristiyî ya lawaz li Sûriyê û pêla hişkesaliyê ya ji ber bandorên guhertina avhewayê, belavbûna bilez a kolerayê fikaran çêdike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku xetereya belavbûna kolerayê li Sûriyê “pir mezin” e ku ji 2009`an de cara yekê hefteya borî li gelek parêzgehan hejmareke pêketiyan hat tesbîtkirin, rewşên derketine piranî li Heleb, Hesekê, Dêrazor û Reqayê bûn.

WHO`yê hişyarî da ku xetereya belavbûna kolerayê li parêzgehên din jî zêde ye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, 2 kes bi kolerayê mirine û 26 kes pê ketine ku piraniya wan li Helebê ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şemiyê ragihand ku li herêmên Reqa, gundewarên rojavayê Dêrazorê yên di bin serweriya wê de, 3 kes mirine û gelek kes pê ketine.

Çavkaniyên tibî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku qutbûna avê li herêmên Hesekê û gundewarên wê ji beriya du mehan ve ji aliyê komên çekdar ve û bikaranîna avê ji jêderên neewle û netendurist, dibe ku rê li ber belavbûna bilez a kolerayê veke.

Li gorî aliyên tenduristiyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedema belavbûna kolerayê bikaranîna ava qirêjî ye.

Neteweyên Yekbûyî jî ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê ku li Sûriyê belav dibe, ket nava tevgerê.

NY`yê piştrast kir ku jêdera vegirtinê ava neewle ya çemê Firatê ye. Koordînatorê kar û barên mirovî yê NY`yê li Sûriyê Omran Rîda li ser belavbûna kolerayê li Sûriyê fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyê tedbîrên lezgîn bên girtin.”

‘DI SARDANA SÎSÎ YA QETERÊ DE DOSYAYA LÎBYAYÊ Û KOMA ÎXWAN MUSLIMÎN HEYE’

Têkildarî sardana serokê Misirê ji bo Qeterê, rojnameya El Ereb nivîsî: “Dosyaya Lîbyayê û helwesta Dohayê li hember koma Îxwan Muslimîn, di serdana serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî ya sêşemê ji bo Qeterê de serwer e. Lê li gorî çavdêrên rewşê, beriya van her du dosyayan, hevkariya aborî û veberhênanên Dohayê yên li Misirê tên.

Ji derve xuya dike ku ev serdan têkildarî veberhênanan û girîngiya wê ji bo Misirê ye, lê di heman demê de bi serdanê dixwazin helwesta Dohayê li hember hin dozan nas bikin. Nakokiyên her du welatan berdewam in, lê belê veberhênanên Qeterê li Misirê nehatine rawestandin.

Sîsî dixwaze sînorê destwerdanên siyasî yên Dohayê di aloziya Lîbyayê de nas bike ku Dohayê têkiliyên xwe bi gelek aliyan re xurt kirin, di demekê de ku civaka navneteweyî girîngiyê kêm dide çareserkirina vê krîzê.

Çavdêrên rewşa siyasî ya Lîbyayê texmîn dikin ku Qeter li pişt rageşiya dawîn be, ya ku komên çekdar li Terablusê yên ser bi Fethî Başaxa ve ku alîgirên Şepêla Îxwan Muslimîn e, derxistnie. Serokê hikumetê Ebdulhemdî Debîbe jî bi ser Şepêla “el Muqatîle” ve ye ku girêdayî Tirkiyê ye.

Qahîre naxwaze yekser bi Enqereyê er bikeve şerekî siyasî û şêwirên ku niha Doha bi aliyên lîbyayê re dike wekî derfetekê ji bo derbkirina tevgerên Tirkiyê dibîne. Dibe ku Misir di vê qonaxê de Qeterê teşwîq bike ku heman gavê biavêje da ku nehêlin Eneqre navendên siyasî yên aloziya Lîbyayê control bike.

Sîsî bi sardana xwe ji Qeterê re dixwaze xetên stûr ên ajandeyên Qeterê li Lîbyayê nas bike.”

‘GELO EL QAYÎDEYÊ DI SERÎ DE JI EFGANISTANÊ, OPERASYONÊN XWE DAN RAWESTANDIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî li ser rewşa Efganistanê wiha nivîsî: “Rêxistina El Qaîdeyê li hember kuştina serokê wê Eymen El Zewahirî beriya çend hefteyan li Kabûlê di êrişeke Amerîkayê de, hîna bê deng e. Kovareke girêdayî El Qaîdeyê dîsa helwesta rêxistinê li hember rawestandina êrişên xwe li dijî Amerîkayê destpêkê ji Efganistanê, bi bîr xist. Ev yek piştrast dike ku tevgera Talîban soz dane ku erdên xwe ji bo pêkanîna êrişên li djiî tu aliyên derve bi kar neyne.

Dubarekirina belavkirina danezana rawestandina operasyonên El Qaîdeyê destpêkê ji Efganistanê, ya yekemîn e ku El Qaîde piştî kuştina serokê xwe derdixe.”