Navenda wergirtina pembo ya Hesekê 200 ton pembo wergirtiye

Rêveberiya Xweser bi rêya navenda wergirtina pembo li kantona Hesekê, wergirtina pembo ji cotkaran dewam dike. Ji dema vekirina navendê ve û heta niha 200 ton pembo hatiye wergirtin.

Navenda wergirtina pembo ya Hesekê 200 ton pembo wergirtiye
13 îlon, 2022   07:22
HESEKÊ

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ya li kantona Hesekê dest bi wergirtina pembo ji cotkaran kir. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4`ê Îlonê de bihayê kirîna her kîloyek pembo bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

Rêveberiya Xweser navenda “Pembo” li bajarê Hesekê vekir, ku ev navenda yekane û sereke ya wergirtina pembo ji cotkarên kantona Hesekê ye. Her wiha navenda Seba Kîlo ya li gundewarê bakurê Dêrazorê ji bo cotkarên Dêrazorê û navenda wergirtinê ya Reqayê ji bo cotkarên herêma Firatê vekirin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji navenda Pembo ya Hesekê pembo werdigire. Endamê Rêveber ê navenda Pembo ya Hesekê Mehmûd Mihemed diyar kir ku wergirtina pembo ji cotkaran li gorî mekanîzmeyekê pêk tê ku cotkar bê astengî berhemên xwe teslîm bike û got, tedîbrên wergirtinê bi rêya wergirtina belgeyekê ji navendên çandinî ya herêmê û wêneyeke nasnameye kesayetî tên girtin.

Xebatên wergirtine pembo ji cotkaran piştî çavdêrkirina miqdara berhem, lêkolînkirina nimûneyê wê ji aliyê pisporên navenda wergirtinê ve pêk tê, ji ber ku biha li gorî "kalîte, şilbûn û û paqijiyê" tê guhertin.

Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê qebûl nake ku pembo yê ku rêjeya şîlbûna wê ji sedî 23 derbas bike, werbigire. Lê heger rêjeya qirêjiyê ji sedî zêdetirî 10 be, rêjeya texmînkirî ji bihayê tê daxistin.

Mihemed diyar kir ku heta niha wan 200 ton pembo wergirtiye û wergirtin dewam dike heta ku tevahî cotkaran berhemên teslîm bikin.

Navenda Pembo ya Hesekê têra 150 hezar tonî dike.

Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku li kantona Hesekê qada ku bi pembo hatiye çandin, 161 hezar donim e.

ANHA