​​​​​​​​​​​Komîteya Ciwan û Werzîş ya Tebqayê stada şehîd Rêdûr Reqa vekir

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê stada futbolê ya şehîd Rêdûr Reqa vekir.

​​​​​​​​​​​Komîteya Ciwan û Werzîş ya Tebqayê stada şehîd Rêdûr Reqa vekir
5 îlon, 2022   18:16
TEBQA

Piştî xebatên 3 mehan û bi armanca pêşxistina werzîşê û peydakirina avahiyên werzîşê ji listîkvanan re, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê stada futbolê ya şehîd Rêdûr Reqa vekir.

Bi dehan listîkvan û hezkiriyên futbolê, encamên saziyên sivîl û leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê, tev li vekirina stadê bûn.

Stad ji aliyê hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê Şeza El Mihemed stad hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de, hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El Yetîm vekirina stadê li hemû şêniyan û werzîşvanên Tebqayê pîroz kir.

El Yetîm destnîşan kir ku piştgiriya aliyê werzîşê berdewam e ruxmî derfetên kêm û ev stad despêka xebatên din e ku ciwan û werzîşê pêş bixin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqa Huda Ilwan bi navê Rêveberiya Sivîl axivî û gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin: “Me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi ser kevin. Ev vekirina stadê li şêniyan pîroz dikin, bi taybet ciwanan, ji ber ku hêzeke şoreşger  û çalak in di civakê de.”

Di dawiyê de koma Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê berhemên xwe pêşandan û beşdaran li ber xelekên govendê gerandin.

ANHA