Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Di encama xebatên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de di roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 4 jin hatin dîtin ku şûnên îşkenceyê li ser xuya bûn. Her wiha xendekek, çenteyeke leşkerî û fîşekên kilaşînkovê di beşa 5`an a Kampa Holê de hatin dîtin.

Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen bîlançoya roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
5 îlon, 2022   16:11
HESEKÊ

Xebatên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja 12`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de didomin ku bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) di 25`ê Tebaxê de dest pê kiriye.

Di vê rojê de, koneke taybet a îşkenceyê di beşa 5`an a koçberên sûrî de hate dîtin. Di beşa 7`an de jî 4 jin hatin rizgarkirin ku şûnên îşkenceya hovane li ser xuya bûn.

Her wiha hêzê, di beşa 5`an de xendekek, çenteyeke leşkerî, 3 carûrên kilaşîkov û telefonek dîtin.

Nûçegihanê me xebatên lêgerînê bi dîmen û wêneyan kêlî bi kêlî şopandin.

ANHA