Xwendekareke misirî bi destê ciwanekî hat qetilkirin

Li bajarê Menofiya yê bakurê Misirê xwendekareke zanîngehê li ber deriyê mala xwe ji aliyê xortekî ve hat gulebarankirin û qetilkirin. Ev bûyer valahiyên di warê parastina jinan ji aliyên yasayî û civakî ve li Misirê radixe pêş çavan.

Xwendekareke misirî bi destê ciwanekî hat qetilkirin
4 îlon, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Tox Tenbeşa yê girêdayî navenda Birket Sebi yê bajarê Menofiya yê bakurê Misirê xwendekareke zanîngehê ji aliyê ciwanekî ve bi gulebarankirinê hat qetilkirin, ku hewldanên rizgarkirina wê beriya rakin nexweşxaneyê, bi ser neketin.

Gundiyekî bi navê Şibl Mihemed ji malpera “El Hura” re wiha got: "Ya hatî qetilkirin Emanî Ebdulkerîm El Cezer e, ew 20 salî ye û xwendekara Fakulteya Werzîşê ye. Bersûc li ber deriyê mala wê ew gulebaran kir û reviya."

Li gorî çavkanî, bersûc 29 salî ye û ji xelkê gund e, beriya niha xwendekara ku kuştiye xwestibû lê belê wê û malbata wê ew red kiribûn.

Beriya niha jî li Misirê du bûyerên bi vî rengî qewimîbûn, di encamê de her du jinên ciwan Neîre Eşref û Selme Behcet bi destê du xortan hatin qetilkirin.

Di dawiya Hezîranê de, Neîre Eşref (21) li ber deriyê zanîngeheke bajarê Mensûra yê bakurê Qahîreyê hatibû qetilkirin. Derket holê ku piştî wê bersûc red kiriye, heta salekê ji aliyê wî ve dihat tengavkirin.

Beriya ku du meh di ser qetilkirina Neîre re derbas bibin, Selma Behcet ya 20 salî jî li Zeqazîq ku di navbera Qahîre û Mensûra de ye, hat qetilkirin. Hevalekî wê yê ku ew red kiribû, bi qetilkirina wê hate tawanbarkirin.

Çalakvanên mafên mirovan yên ji Misirê dibêjin ku rêzesûcên hov yên li dijî jinan valahiyên di warê parastina yasayî û civakî de eşkere kirin, ku ev jî dihêle jinên Misirê bibin qurbanên destdirêjî û tacîzê.

Li gorî daneyên têkildarî rêjeya tundiya li dijî jinan li Misirê derketine, di 2021’an de 296 sûc pêk hatine, ji wan 214 sûc bi destê hevjînan hatine kirin. Her wiha di heman salê de “sûcên hewldanên qetilkirinê bi dest hevjînan” gihîştin 78 sûcan. Li Misirê di çaryeka yekemîn a îsal de, 72 sûcên qetilkirina jinan pêk hatin, ji wan 54 sûc ji aliyê endamên malbatan ve hatine kirin, 12 sûcên qetilkirinê jî bi destên biyaniyan pêk hatine. Di heman demê de 6 cenazeyên nenas ku şopên îşkence, lêdan û xeniqandinê li ser wan hebûn, hatine dîtin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên di 22'ê Adara 2022'an de eşkere kirine, li seranserê cîhanê her 11 deqîqeyan jinek ji hêla hevjînê xwe yan endamê malbata xwe ve tê qetilkirin. Ev rêje gihîştina lutkeyê ya bûeyerên tundiya li dijî jinan nîşan didin ku li piraniya welatan tên paşguhkirin û tenê di warê şopandina daneyan, belgekirin û weşandinê de dimînin.

(hs)