Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: hejmareke mezin a guleyên kilaşînkov hate dîtin

Di operasyonên lêgerînê yên li beşa 5`an a Kampa Holê de, vê berbangê Hêzên Ewlekariya Hudnirîn 388 guleyên çeka kilaşînkov dîtin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: hejmareke mezin a guleyên kilaşînkov hate dîtin
4 îlon, 2022   06:05
HESEKÊ

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de li Kampa Holê hate destpêkirin ket roja 11`an.

Di operasyonên lêgerînê yên îro saet di 05.00`ê berbangê de li beşa 5`an ê Kampa Holê dest pê kirin, 388 guleyên çeka kilaşînkov ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin dîtin û desteserkirin.

Operasyonên lêgerînê li beşa 5`an dewam dikin.

(cb)

ANHA