Artêşa Tirk nûçegihanên ANHA´yê hedef girtin

Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê dema nûçegihanên ANHA´yê bi rêya navçeya Eyn Îsayê berê xwe dida Reqayê da ku Komxebata Şêwirê ya li Reqayê bişopînin hedef girtin, lê tu zirar negihaşt nûçegihanan.

Artêşa Tirk nûçegihanên ANHA´yê hedef girtin
2 îlon, 2022   06:14
EYN ÎSA

Nûçegihanên me yên hatine hedefgirtin, Cuma Mihemed û Zana Seydî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Seyda bi doçkan ew gulebaran kirin. Ew yek vê sibehê, dema nûçegihanên me bi erebeyekê li ser rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê berê xwe dida Reqayê hatin hedefgirtin, lê tiştek bi wan nehat.

Li rojavayê Eyn Îsayê baregehên dewleta Tirk a dagirker li nêzî rêya M4 hene. Ji wan baregehan erebeyên diçin û tên bi moşek û topan tên hedefgirtin, bi wê re jiyana bi hezaran welatiyan dikeve xeteriyê.

(fr)

ANHA