Kongreya 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist û tê de şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê destnîşan kir. Kongre bi hilbijertina 15 endamên meclisê û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Kongreya 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li dar ket
1 îlon, 2022   16:24
TEBQA

Kongre bi dirûşma “Li ser şopa şehîdan û bi şerê gel ê şoreşgerî dê bi ser kevin” li hola Navenda Çandê ya Tebqayê li dar ket. Malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqa, meclisên leşkerî, partî, yekitiya jinên ciwan, ciwanên şoreşger, nivîsgeh û komîteyên jinan ên Tebqa û şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hesen Koçer axivî û lidarketina kongreyê li malbatên şehîdan û hemû beşdaran pîroz kir.

Koçer got: “Îro şerê hebûn û nebûnê ye. Divê em jê re amade bin. Divê gelê me tê bigihêje xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker û divê em wê eşkere bikin û ji hemû aliyan ve nas bikin. Divê em bersivê bidin van êrişên navneteweyî yên dagirkeriya Tirk ku li gorî berjewendiyan tên guhertin.”

Koçber wiha domand: “Heke em bixwazin rastiyê nas bikin, divê destpêkê li gorî projeya neteweya demokratîk şerên li Rojhilata Navîn rû didin, binirxînin. Heta bikarin ji van planên osmaniyan xilas bibin. Siyaseta dewleta Tirk siyaseteke binkeftî ye. Bi vîn û fikrê rêber Abdullah Ocalan em gihaştin gaveke pir girîng a rêya serketina projeya neteweya demokratîk.”

Kobçer di dawiyê de got: “Divê li hember nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê û geşedanên din, em tedbîrên pêwîst bigirin, ew jî bi rêya lihevkirina erebî, kurdî, suryanî û hemû pêkhateyan pêk tê. Divê em rêya şehîdan bişopînin.”

Paş bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer, bi navê Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî Şîrîn Mûsa û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqa Nûr El Hefne axaftin hatin kirin.

Axêveran destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser ji bo biserxistina projeya neteweya demokratîk 11 hezar şehîd dan û ji bo parastina herêmê, rizgarkirina axa dagirkirî dê şopdarên rêya wan bin.

Her wiha endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Îmad Marko axivî û got: “Saziya Malbatên Şehîdan roleke mezin û pêşeng di projeya neteweya demokratîk û yekkirina gelan de lîst. Em ê emaneta wan şehîdan rakin û wefdarê wan bin. Ev sazî dehfeke manewî dide me û hêzên leşkerî da ku destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”

Di kongreyê de peyamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin. Saziyên beşdar malbatên şehîdan xelat kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El Hisên perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan û fedekariyên wan de xwendin.

Paşê beşdarên kongreyê, 15 endam ji bo Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya dengdayîna yekser hilbijartin. Dê di demeke pêş de hevserokatiye meclisê ji wan bê diyarkirin.

Kongreya 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan bi encamnameyekê bi dawî bû ku navaroka wê wiha ye:

“Pêkanîna rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan, vekirina saziyekê li Mensûrê ji bo malbatên şehîdan, vekirina projeyên biçûk ji bo hevser, xwişk û dayîkên şehdîan, peydakirina perwerdeyê û xwendinê ji bo zarokên şehîdan, vekirina werşeyeke dirûnê ji hevserên şehîdan re, vekirina dibistinan ji bo zarokên şehîdan, lidarxistina civînên asayî ji malbatên şehîdan re, peydakirina derfetên kar ji malbatên şehîdan re, vekirina dewreyan ji hevserên şehdîan re û lidarxistina civînan di navbera malbatên şehîdan û xwediyên biryarê de.”

(şx-dm)

ANHA