​​​​​​​Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Projeya neteweya demokratîk aştiyê pêk tîne

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga rizgarkirina deverên dagirkirî û destpêkirina çareseriya siyasî li şûna ya leşkerî kir. her wiha hêvî kir ku aştî, ewlehî li welêt pêk were.

​​​​​​​Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Projeya neteweya demokratîk aştiyê pêk tîne
1 îlon, 2022   15:17
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê de, îro Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê hêvî kir ku aramî li seranserî xaka Sûriyê pêk were û li ser banga rêber Ocalan a Newroza 2013’an, bang li Tirkiyê kir ku li derveyî şer bi rêya siyasetê diyalogê pêk bîne.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê xeta Şehîd Gelhat, Bedran Hemo û beşdariya nûnerên partiyên siyasî û tevgerên civaka sivîl û rûspiyên eşîran, li parka rêber Ocalan a li gundê Pino ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Îro salvegera Roja Cîhanê ya Aştiyê ye, hêz û tevgerên siyasî û şoreşgerî yên cîhanî piştî şerên giran nexasim herdu şerên cîhanê, 1’ê Îlonê wek Roja Cîhanê ya Aştiyê nîşan dan.

Ev serdem serdema modernîteya demokratîk e, serdema şerê li dijî mirovahiyê ye, ku şerên li dijî mirovan gihiştin astên herî qirêj û tund, her wiha talankirina civakan bi çekên nukleerî û haydrojînî ye.

Ev tax zehmetiyên mezin ên şer kişandin. Tenê xwendiyên berjewendiyan jê qezenc kir. Lê li ser bingeha fikrê rêber Abdullah Ocalan fîlezofê serdemê, pradîgmeya xwe ya demokratîk û projeyeya neteweya demokratîk wek alternative modernîteya kapîtalîst pêşkêş kir. Ev proje dê agirê şeran di navbera gelan de vemirîne û bi rêya çareseriyeke demokratîk aştî û ewlehî pêk were.

Em teqez dikin ewlehî û aştî daxwaze gel e û divê pêk were bi rêya rizgarkirina axa dagirkirî.”

(mh)

ANHA