​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û şêniyên bajêr, bi boneya salvegera 5`an a şehadeta şehîd Ednan Ebû Emced û ji bi bîranîna şehîdên meha Tebaxê merasîmek li Goristana Şehîdan a li bajêr li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Minbicê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
30 tebax, 2022   18:13
MINBIC

Endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên Minbicê tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: “Em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin. Ew giyanê ku di stûyê me de emanet e. Ev rê, ev şoreş û ev welat bi xwîna wan şehîdan hat avdan.”

Derwîş wiha domand: “Ev şoreşa ku dijmin bi şev û roj hewl dide wê têk bibe û vîna gelê wê bişikîne, bi rêya avê û debarê şerê xelkê wê dikin, ji ber wê em divê pabendî û layîqî xwîna şehîdên xwe bin. Tu rê ji bilî serkeftinê û şopandina rêya şehîdan tune ye.”

Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

(dm)

ANHA