Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 12 kesên biguman hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya roja 4`emîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir û diyar kir ku wan 12 kesên biguman girtine û 37 konên ku çeteyan ji bo belavkirina fikrên tundraw bi kar dianîn, rakirine.

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de 12 kesên biguman hatin girtin
29 tebax, 2022   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh daxuyaniyek belav kir, tê de bîlançoya roja 4`emîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me di roja 4`emîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa duyemîn bi dawî kirin. Her wiha 12 kesên biguman girtin ku 5 ji wan li xwe mikur hatin ku girêdayî DAIŞ`ê ne. Lêpirsîn bi kesên din re berdewam e.

Her wiha 37 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerî yên îşkence û kuştinê bi kar dianîn, hatin rakirin."

(cx)