Operasyona Ezim El Sulb pesna hewldanên Hêzên Ewlekariyê û QSD`ê li dijî DAIŞ`ê da

Operasyona Ezim El Sulb pesna “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” da ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Hol pêk tê.

Operasyona Ezim El Sulb pesna hewldanên Hêzên Ewlekariyê û QSD`ê li dijî DAIŞ`ê da
27 tebax, 2022   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona Ezim El Sulb (Operation Inherent Resolve) li ser hesabê xwe yê Facebookê gelek wêneyên “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” parve kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest pê kiriye. Hêzên Ezim El Sulm pesna hewldanên hêzê da û got: “Ev hewldanên ku şirîkên me yên QSD`ê pêk tînin, beşek ji erkê herî mezin e da ku rê li pêşiya vejandina DAIŞ`ê bê girtin û ewlehî û aştî dabîn bibe.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25`ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê destpêkirina qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ragihand.

ANHA