Yekitiya Ragihandina Azad li Reqayê semînerek li dar xist

Bi dirûşma “Rola ragihandinê di şerê taybet de”, Yekitiya Ragihandina Azad li bajarê Reqayê semînerek li dar xist. Di semînerê de rojnamevanên Reqayê, rûspiyên eşîran, rewşenbîrên Reqa û gundewarê wê û nûnerên Yekitiya Ragihandina Azad li Reqayê, beşdar bûn.

Yekitiya Ragihandina Azad li Reqayê semînerek li dar xist
24 tebax, 2022   14:39
REQA

Di destpêka semînerê de berpirsê Têkiliyên Leşkerê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê herêma Firatê, Mistefa Balî wiha axivî: “Ragihandin, qada hevrikiyê ya girêk e û qadeke medenî ye ku qanûnên wê yên taybt hene. Şerê tabyet jî qadeke din e ku di her kêlî de û rojane tê nûjenkirin.”

/ar/uploads/files/2022/08/24/135325_athad-alialam-alhr-ynzm-ndwh-hwaryh-fy-alrqh-bkhsws-dwr-alialam-fy-alhrb-alkhash-28129.webp

Mistefa Balî wiha zêde kir: “Di akademiyên leşkerî û sivîl de ji bo sê rojan ders li ser şerê taybet tên dayîn. Ragihandin veguhestina agahiyê ji aliyê din re ye ku nizane. Armanc jî, veguhastina rastiyê ye. Tu saziyeke li cîhanê bê armanc tune ye.”

Mistefa Balî wiha domand: “Gelo şerê taybet û şerê giştî heye? Li gorî Karl Marx dibêje; şer berdewamiya siyasetê ye lê bi amûrên tund, armanc ji şer jî ferzkirina îradeya aliyekî li aliyekî din e.”

Balî axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê hewl dide bigihîje nexşeya Peymana Milî ya berî 30 salî. Berê Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî bi kar dianîn da ku Mîsaqî Millî pêk bîne. Lê niha li ser erdê çekdaran wê hene. bi rêya propagandaya çapemeniyê gelek herêm kontrol kirin û ramana civaka Sûriyê guhert.”

Paşê beşdaran rojeva semînerê nîqaş kirin û pêwîstiya birêxistina kar û xebatên ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina çapemeniyê di hemû qadên jiyanê de destnîşan kirin.

Beşdaran teqezî bi pêwîstiya şopandina pirsgirkên civakî û derketina diyardeyên neyînî li Reqayê û çareserkirina wan mîna madeyên hişbirê, çek, diziyê, kir. Her wiha gotin divê bi rêya ragihandinê û lidarxistina semînerên hişyariyê rê li pêşiya wan diyardeyan bê girtin.

 (mh)

ANHA